Li ser vê mijarê hevserokê PYD’ê Salih Mislim derbarê axaftinên Erdogan û hatina Davutoglu ji ajansa DÎHA’yê re axivî û wiha got: “Tenê gelê Rojava dikare biryara xwe bide. Ji xeynî wê ne tu rêveber ne jî tu kes nikare biryarê li ser Kurdan bide. Axaftinên ku Erdogan dibêje fikarên bê wextin, karê ku em li Rojava dikin ne li dijî kesekî ye, xebata em dikin tenê ji bo parastinê gelê meye. Bêguman em dem dirêj difirkirin, ji ber ku em jî parçeyek ji şoreşa Sûriyeyê ne û li wê derê mafên me yên demokratîk û bingehîn hene.”
Hevserokê PYD’ê Salih Mislim da zanin ku ew parçeyek ji gelê Sûriyeyê ne û dixwazin pirsgirêka xwe bi gel û Dewleta Sûriyeyê re çareser bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li aliyê sînorê Tirkiyeyê û li alyê sînorê Sûriyeyê, gelê ku bi salane hevdu nasdikin û mirovê hevin jiyan dikin, ez bawer nakim ku ev gel tu carî li hember şer bike. Ji bo wê rêberiya Tirkiye eger bixwazin tiştek çêbikin jî em di wê baweriyê dene gelê Tirkiyê ji vê bawer nake.”
Her wiha Salih Mislum li ser hatina Ehmed Davutoglu jî nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku bêguman ji beriya ku şoreş li Sûriyeyê çêbibe têkiliyên Başûrê Kurdistanê bi Tirkiyeyê re hebun û wiha dewamkir: “Têkiliyên Başûrê Kurdistanê ji beriya şoreşa li Sûriyeyê jî hebun, ji bo wê rêveberiya Başûr nekare tu biriyaran li ser gelê Rojava bide, bêguman em li Hewlêr hatin gel hev yekitiyek ya partiyên Kurdan ava bu lê belê hemu biryara wê ji aliyê komîsyona bilind ya Kurdan a ku li Rojava hatî damezrandin ve dê were dayîn.” Herî dawî Salih Mislim got hatina Davutoglu asayiye û kêşe nine, ji xwe bawerin ku rêveberiya Başûr dizane çi dixwazin û çi dibêjin.
Armanc yekitiya gelan a demokratîk e
Ji Encûmena Nîştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê Îsmaîl Hemo der barê pêşketinên li rojavayê Kurdistanê û daxwiyaniyên Erdogan da ev tişt anî zimên: “Pêşketin ji aliyê serokatiya herêma Başûrê Kurdistanê ve tê şopandin, heya niha asta ku em hatine gelek başe, yekitiya me her ku diçe xurt dibe. Hêvî û hewldanên me ewe ku em bikarin hêviyên gelên xwe pêkbinin, ji bo wê tirs û fikara Dewleta Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê ji ne raste. Em wek Kurdên li Sûriyeyê yekitiya me ji bo Sûriyê û civaka Sûriyeyê gelek girîng e, ew çîrokên ku Dewleta Tirkiyeyê îdia dike tu rastiya xwe nîne.”
Îsmaîl Hemo, da zanîn ku wek gelê li Sûriyeyê mafê wan ê yekbunê heye û dê ji bo paşerojek Sûriyeyê kar bikin.
Hemo bal kişand li ser axaftinên wek wê Kurd Sûriyeyê parçe bikin jî û wiha got: “Ev axaftin ji rastiyê durin, hemu armanca me û xebata me ji bo Sûriyeyek demokratîk e. Tirkiye wek welatek cîran e, pêwîste guftogo di nava me û wande çêbibe, ji ber ku em tu zext û xeteriyê li ser kesê nakin. Em jî wek gelê Kurd yê li Sûriyeyê parçeyekin ji şoreşa Sûriyeyê ne.”
Hemo balkişand li ser Artêşa Azad ya Sûriyeyê jî û gotinê xwe wiha bi dawî kir: “Em li dijî Artêşa Azad nînin, tenê em dibên em dikarin di devera xwe de parastinê xwe bikin. Tu dijbuna me li hember wan nine, bê guman em dixwazin peywendiya me li gel Artêşa Azad jî hebin, ji ber ku em hemu ji bo Sûriyeyek demokratîk têdikoşin.”
HEWLER