Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê peyama, “Kurd wê gerêka kor a li Rojhilata navîn vekin“ ji konferansa li Moskovayê re şand. Di peyama nivîskî ya KCK’ê de bang li DYA û Rûsyayê kir û got, “Heger hûn dixwazin DAIŞ’ê têk bibin divê hûn hevkariya Kurdan bikin.“ Di peyamê de her wiha tesbîta ku li Rojhilata Navîn di nava kaosa heyî de Şerê 3. ê Cîhanê tê dayin û wiha hate gotin: “Ne mimkûn e bi mudaxeleyên leşkerî, projeyên sernanser ên tên ferzkirin aloziya li herêmê bi dawî bibe. Yên bi nêzîkatiya çareseriyê nêzî Rojhilata Navîn dibin hem ewê qezenc bikin hem jî di serkeftina gelên Rojhilata Navîn de rol bilyeyizin. Di rewşa heyî de tekane hêz a xwedî nêzîkatiyeke bîrdozî ne, xwedî nerîna siyasî ne û projeyên rasteqîn ên çareseriyê pêşkêş dike Kurd in.“

Di peyamê de hate bibîrxistin ku projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a modernîteya demokratîk ji bo Rojhilata Navîn projeya çareseriyê ye û li ser paşeroja Kurdan jî wiha hate gotin: “Kurd gihiştine asta ku hemû girêkên kor ên heyî û aloziyan çereser bikin. Bi vê asta xwe Kurd wê  teqez di denge û mêzînên serdema nû yên Rojhilata Navîn de cihê xwe bigirin.“

KCK’ê di peyama xwe ku banga yekîtiyê li hêzên Kurd kir her wiha ev bang li DYA û Rûsyayê jî kir: “Rûsya, DYA an hêzên din ên herêmî heger difikirin ku bi mudaxeleyên leşkerî wê keribin DAIŞ a hêzeke dijmirovî ye têk bibin xwe dixapînin. Heger dixwazin hêzên xwedî feresatera DAIŞ’ê ne têk biçin neçar in bi Kurdan re hevkariyê bikin. Heger bi xeta bîrdozî û siyasî ya Kurdan heger dest biavêjin pirsgirêkên herêmê wê karibin çareser bikin.“