Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re daxuyaniyek da û got, “Hevdîtin piştî hesasiyet û nerazîbûna gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk a piştî şewata li Girava Îmraliyê pêk hat.”

w Buroyê got, “Em hîn bûn ku Ocalan bi moral e, xurt e û rewşa wî baş e. Birayê xwe Mehmet Ocalan dît. Wî hêza xwe ya ji bo çareserkirina krîza siyasî ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn careke din destnîşan kir.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hevdîtina bi Ocalan re daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de buroyê got, “Di vê hevdîtinê de ku Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir, hêza xwe ya ji bo çareserkirina krîza siyasî ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn dîsa destnîşan kir.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi bîr xist ku malbata Rêber Apo û yê her sê girtiyên din ên li Îmraliyê ragirtî, karîne 3´yê Adarê, piştî nerazîbûna miletê Kurd, xizmên xwe bibînin. Buroyê li ser mijarê got, “Muwekîlên me yên li Girava Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar û Birêz Veysî Aktaş di 3’ê Adara 2020’an de bi malbatên xwe re rûniştin. Hevdîtin piştî hesasiyet û nerazîbûna gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk a piştî şewata li Girava Îmraliyê pêk hat.”

Li gorî buroyê dayî zanîn, malbatan di dema serdanê de dîtiye ku li Girava Îmraliyê şewat çêbûye, lê şewatê ti tesîra xirab li Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê nekiriye.

Buro dîsa jî balê dibe ser tecrîd, û dibêje mafên bingehîn bi cih nayên anîn û bi tecrîdê dewleta Tirk şantajê dike: “Lê belê şêweyê tecrîda li girtîgeha Îmraliyê malbat û raya giştî timî xistine nava fikaran. Hevdîtina malbatan û parêzeran yek ji mafên bingehîn ên girtiyan e, lê belê ev yek ti carî li girava Îmraliyê bi rengekî hiqûqî pêk nehatiye. Weke amûreke ji bo şantajê û gefê hatiye bikaranîn. Weke ku îro jî hate dîtin, ji sala 2011’an û vir ve tenê bi grevên birçîbûnê, şewatê û di rewşên bi vî rengî yên awarte de hevdîtin pêk hatine. Ev rewş ji aliyê hiqûqî ve jî ji aliyê exlaqî ve jî nayê qebûlkirin.”

Ocalan bi moral e

Buroyê li gorî ji malbatan agahî wergirtine, da zanîn ku moral û siheta Rêber Apo baş e: “Em hîn bûn ku Birêz Ocalan bi moral e, xurt e û rewşa wî ya tenduristiyê baş e. Vê carê birayê xwe Birêz Mehmet Ocalan dît. Wî hêza xwe ya ji bo çareserkirina krîza siyasî ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn careke din destnîşan kir. Wî diyar kiriye ku ew sekna xwe ya ku di hevdîtinên 2019’an de nîşan daye, hîna bi xurtî didomîne. Bûyerên siyasî yên dema dawî diqewimin heqbûna Birêz Ocalan nîşan didin. Her wiha tecrîda li Îmraliyê ya di vê atmosferê de tê dewamkirin, eşkere dibe ku li dijî paşeroja gelan e.

Tecrîd pêkanîneke bêhiqûqî ye ku li dijî şexsekî tê kirin û di heman demê de li hemberî îradeya jiyana hevpar a aştiyane ya gelan e. Em bang dikin ku ev tecrîd tavilê bê rakirin.”

 

NAVENDANÛÇEYAN

 
 

‘Rê nede jiyana bê rêbertî’

   

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ciwanên Kurd li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiyek kir. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya pêngava “Nehêle” de li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan de ev çalakî kir.

Ciwan êvara Sêşemê saet di 20:00´ê de li gîşeyên otobahna Toulonê kom bûn, pankarta bi nivîsa “Rê nede jiyana bê Rêbertiyê” hildan û gîşe asê kirin.

 

MARSÎLYA