Duyemîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê destpê kir. Dema nûçeya me dihat amadekirin, Kongreyê bi axaftinên germ yên delegeyan dewam dikir. Li ser navê hêzên YBŞ, fermandar Dijwar Feqîr peyivî û got, “Divê hemû hêz û komên Êzîdiyan di bin fermandariyeke hevbeş de kom bikin û Êzîdxanê ji hemû êrîşên hundir û derve biparêzin.” 

Duyemîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi beşdariya 400 delegeyên ji sazî û rêxistinên Êzidî yên li Kurdistanê, Şengalê, Ermenîstan, Rûsya û Ewrupayê bi rê ve çû.

Kongre bi dirûşmeya “Ji bo avakirina Şengaleke nû Rêveberiya xweser esas bigirin” li dar dikeve.

Di kongrê de pankartên li ser wan divîsandî ‘Jinên Êzîdî misogeriya Rêveberiya Xweser a Şengale’, ‘Rêber APO çavkaniya jiyana me ya azad e’ û wêneyên şehîdan û posterên Ocalan hatin daliqandin.

Dema nûçe dihat amadekirin kongreyê dewam dikir û çav li rê bû, êvarê bi hilbijartina hevserok û endamên meclîsê re bi dawî bibe.

 KCK´ê peyam şand

Di destpêka kongreyê de Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih axivî û bi bîr xist, ku meclîsa wan beriya bi 2 salan hatiye avakirin û got, “Ev du sal in endamên meclîsê xebateke bêhempa li gorî hêza xwe ji bo gel didin meşandin. Bi îradeya gelê Êzîdî yê ku di şertên herî zehmet de li ber xwe dide, em îro kongreya xwe ya duyemîn pêk tînin.”

Li ser navê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî peyameke nivîskî ji kongreyê re hate şandin û ji aliyê endama Tevgera Jinên Azad ya Şengalê (TAJÊ) Pelda Şengalî ve hate xwendin.

 Em li Şengalê li ber xwe didin

Piştre li ser navê Fermandariya YBŞ‘ê Dijwar Feqîr, kongreya duyemîn li hemû kesên amade û civaka Êzîdî pîroz kir. Feqîr di axaftina xwe de bang li hemû hêz û komên Êzîdiyan kir û got: “Divê hemû hêz û komên Êzîdiyan dibin fermandariyeke hevbeş de kom bikin û Êzîdxanê ji hemû êrîşên hundir û derve biparêzin.”

Piştî Feqîr jî, li ser navê Fermandariya YJŞ’ê Axîn Întikam axivî û kongre li gelê Êzîdî pîroz kir. Întîkam got: “Me îro wekî jinên Şengalê xwe îspat kir û em li ser lingên xwe sekînin, bêyî ku em pişta xwe bidin hêz yan jî keseke din. Me tenê piştgiriya xwe û baweriya xwe da gelê xwe ku heya vê kêliyê jî li Şengalê li ber xwe didin.” 



NAVENDA NÛÇEYAN