Derhênerê reşik rexneyên tuj û giran li siyaseta Fransayê dike. Li Parîsê şerên çetayan, heza olî (ya Îslama siyasî), kuştin, karên reş… Di vir de rola polîs û sîstemê hemû bi awayekî eşkere hatiye nîşandan. Jixwe, nivîskar û derhêner jî li heman kolanan mezin bûne. Ji bo wê jî film parçeyek ji rastiya jiyana Parîsê ye.

 

ALI GULER

aliguler1926@gmail.com

72’ mîn Festîvala Filman a Cannes a Navteneweyî dewam dike. Di çarçova festîvalê de du filmên ji bo “Palmiyeya Zêrîn” di pêşbirkê de ne, dertketin pêş. Yek ji Fransa ya din jî ji Brezilya yê ye. Her du film jî behsa pirskgirêkên civakî dikin û şerê sîstema modernîteya kapîtalîst dikin.

Festîval îsal malovaniya sînevanên navdar yên wek Ken Loach, her du birayên Dardenne Pedro Almodovar, Bong Joon Ho, Terrence Malick û Jim Jarmusch dike. Bê guman, ji bilî van navên mohra xwe li 50 salên dawî yê li dîroka sînemayê xistine, gelek sînemavanên ciwan jî bi behremên xurt xwedî idîa ne.

Filma zarokê rûgerê Cannesê, Quentin Tarantino a bi nave “Once Upon a Time... in Hollywood” jî tê nîşandan.

Wekî din, 18 filmên derhênerên jin jî di festîvalê de tên nîşandan. Festivala bi mijara “Polîtîka û Romantîzm” tê li darxistin, jiyana listikvanê futbolê Maradona jî bi belgefilmekî derveyî pêşbirkê, li Cannesê tê nîşandan. Ji 18 berhemên derhênerên jin, heta niha 6 film hatin nîşandan.

Di nava 19 filmên beşa pêşbirkê de jî, hîna filmên hostayên navên wan diyar, nehatine nîşandan. Weke derhênerê fransî Ladj Ly û filma wê “Les Misérables (Mirovên Hejar)” û “Bacurau” ya Kleber Mendonça Filho û Juliano Dornelles. Filma duyem li başûrê Brezilyayê li navçeyekê derbas dibe. Herdu film jî balê dikişinin ser mijarên civakî û polîtîk, nakokiyên di nava sîstema cîvakî de tînin ser perdeye spî.

Li dijî kapîtalîzmê şerê gelan

Filma Bacurau behsa destavêtina sîstema kaptalîst a ax û xwezaya gundiyan û berxwedana wan dike. Ji xwe Bacurau jî navê heremekê ye. Serpêhatiya film di nava rejîma, dîktator, siyaset, gundiyên di nava xweza yê de ye. Dema mirov lê temaşe dike, bi rastî jî zêtetir ji naveroka filmê fêm dike. Her çixas mesele li Başurê Brezilyayê ye jî mirovatiyê hemûyî elaqedar dike. Li gelek deverê Emerika Latînî, Asya û Rojhilata Navîn, ev pirsgirêk hene. Lê derhênerê bi nasnameya polîtîk û civaknas tê naskirin Kleber Mendonça Filho, ev mijar bi zimanekî zelal û rexneyî aniye ser perdeya spî û dixwaze bike rojavê. Esas, îro ji bo kaptalizmê her der Bacurau ye.

Cihek dewlemend, xwezayeke bedew, heşînayî, av, jiyaneke rengîn: Bacurau…  Di navçeyê de her kes di nava aştiyê de bi aramî dijî. Jiyaneke rengîn heye. Li vir çîn tine ye, her kes bi hev re dijî, spî, reş, qehweyî, lezbiyen, nêremo, zorak, kal û pîr, jin mêr bi hev re dijîn. Jiyan ewqas aram e ku rêza ji “qehpika” gund û doktor re tê girtin, eynî ye. Em bi van hevokan behsa jiyanek utopîk yan jî xewnekê nakin. Rastiya Bacurau tînin ziman. Koka hemû pirsgirêkan ji derve tê. Yanî dagirkerî û modernîteya kaptalîst e. Jiyana gund heta hatina sîyasetvanê heremî, dewlemend û berdevkê kaptalîzmê Tony Jr (Thardelly Lima) bi vî rengî ye. Tony Jr, dixwaze dest deyne ser erd û ava niştecihên deverê. Ji bo vê jî di serî kuştin, revandin, zext, gelek karê pîs dike.

Tony Jr, ji bo ku gundiyan bitirsîne, dikeve nava gelek hewldanan. Li aliyê din, komek Emerîki li heremê li pey dewlemediyê ne. Faşîzm û kaptalîzm mil bi mil, çav berdidin mal û milkê niştecîhan. Lê gundî jî destevala nînin; ew xwe bi rêxistin dikin û li dijî Tony Jr,  rejîma diktator û komên çetayan şer dikin. Şerekî xedar, bi kuştin; gundî di vî şerî de bi ser dikevin. Film jî wisa bi dawî dibe. Wekî din, film hem warê çîrok, lîstikvaniyê hem jî sînematografiyê de berhemeke gelekî serketî ye, jixwe rexnegiran jî ew serketî nirxand.

Filmek li ser hejarên vê sedsalê

Filma din a li Cannesê baş hat pêşwazîkirin, filma “Les Misérables (Mirovên hejar)” a Ladj Ly ye. Film her çiqas navê pirtûka nivîskarê mezin Victor Hugo jî be, ti elaqeya wan a naverokê bi hev re tine. Tenê derhêner di dawiya filmê de hinek gotinên nivîskar bi kar anîne û wek pirsgirêk dixwaze îşaret bi pirtûka nivîskar bike.

Hevkariyek heye. Ev film, behsa jiyana kesên li derveyî sîstemê dike. Derhênerê reşik rexneyên tuj û giran li siyaseta Fransayê dike. Li Parîsê şerên çetayan, heza olî (ya Îslama siyasî), kuştin, karên reş… Di vir de rola polîs û sîstemê hemû di vê filmê de bi awayekî eşkere hatiye nîşandan. Jixwe, nivîskar û derhêner jî li heman kolanan mezin bûne. Ji bo wê jî film parçeyek ji rastiya jiyana Parîsê ye. Derhêner bi vî navî jî balê dikişîne ser Victor Hugo. Lê ev ne Hejarên Viktor Hugo ne. Ev Hejarên sedsala 21’an in û li dijî sîstemê xwedî helwêsteke xurt in. Derhêner ti kesî naparêze, rexneyên tûj li hemû aliyan dike û balê dikişîne ser pirsgirekeke dîrokî. Film, li taxên Parîsê ye, behsa komek polîs, zarok û komên çeteyên cur bi cur dike. Di gengeşiyekê de polîs êrişî zarokan dikin, yekî ji wan birîndar dikin. Ev bûyer ji hêla zarokekî din ve bi droneê tê qeydkirin.

Polîs dixwazin ser sûcê xwe bigirin, û dikevin pey van qeydan. Lê li aliyê din, zarokê birîndar û hevalên wî jî ji bo tola xwe ji polîsan hilînin, dest bi şer dikin. Koma polîsan di avahiyekê de tê asêkirin. Lê gunehê van gedeyan (hejaran) bi polîsan tê, û wan nakujin. Film bi vê sahnê bi dawî dibe.

Li dawiyê de siyaseta şaşî, sîstema kapîtalîst, hêrsa polîsan, li kolanan çêbûna çeteyan, îslama siyasî, mijarên giran dihêle.

Lê ya herî girîng jî ji Victor Hugo ve hejarî dewam dike. Lê şerê wan jî li dijî sîstemê hîna zindî ye. Ev film jî behsa hejarên sedsala 21’ê û nerazîbûnê dike.