Dayik Fatma Kurtay: Beriya ku Ferhat Turgay dest bi rojiya mirinê bike, em çûn dîtina wî. Me bi hev re wêne girt. Em li daxwazên wan xwedî derdikevin. Bila daxwazên zarokên me pêk bînin. Bila mafê Birêz Ocalan ên hiqûqî bidin.
Birayê Ferhat Turgay ê ku li dijî tecrîda li Îmarliayê dest bi rojiya mirinê kir, Mecît Turgay, bang li cemaweriye kir û got, “Divê êdî cemawerî têkeve nava liv û tevgerê. Bila bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Bila şer bi dawî bibe. Hêza me ya em şer û mirinê rawestînin heye.” Ahmet Topkaya yê li Hepsa Tîpa D a Amedê di rojiya mirinê de ye jî got, “Ev çalakî ne ji bêgaviyê ye. Berevajî, em di serdemeke herî bi hêz de ne. Ev berxwerdan û vîn dê tecrîdê bişikîne.”
Li hepsên li Bakurê kurdistanê û Tirkiyeyê qederê 7 hezar girtiyên azadiyê û li derve jî bi dehan kes li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ev 178 roj in di grevê de ye. Niha jî li 4 hepsên cuda 15 girtiyan di 30’ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kir. Yek ji wan jî Ferhat Turgay ê li Hepsa Tîpa D ya Amedê girtî ye. Ferhat Turgay, di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kir. Niha jî ji bo daxwazên wan pêk bên, ket rojiya mirinê.
Turgay, li Zanîngeha Akdenizê ji Fakulteya Hiqûqê mezûn bû. Di Adara 2016’an de di dema berxwenda xwerêveberiyan de li Baxlerê hat destgîrkirin û girtin.22 sal ceza lê hat birrîn. Malbata Ferhat Turgay, di sala 1990’an de ji gundê Licokê yê navçeya Çinarê ji ber zextên dewletê koçber bûbû. Bavê wî Abdullah Turgay, 13’ê Kanûna 1992’an 32 rojan kete ber êşkenceya dijwar. Ji malbata wî Mustafa Turgay (Laşer Amed), li Rojava bû di nav YPG’ê de li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şer kir û 8’ê Adara 2015’an li Til Temirê şehîd bû.
Bila ji bo Kurdan jî lê bin
Bavê Ferhat Turgay, Abdullah Turgay, diyar kir ku zextên li dijî wan di salên 92’an de dest pê kirine û wiha peyivî: “Em li gund her roj rastî şideta eskeran dihatin. 1992’yan gundê me şewitandin. Me mal û milkê xwe hişt û em hatin Amedê. Em bi salan koçber û birçî man. “
Bav Abdullah Turgay, bal kişand ser çalakiya kurê xwe Ferhat Turgay û got, “Bi vîna xwe dest bi rojiya mirinê kirine. Em hurmetê nîşanî vîna wan didin. Zarokên me dixwazin dewleta Tirk qanûn û hiqûqa xwe pêk bîne. Em dixwazin daxuyaniyê bidin, lê vê daxuyaniyê li me dikin roja qiyametê. Em nikarin derkevin kolanan daxuyaniyekê bidin. Zarokên me li hepsê di bin şertên êşkenceyê de di grevê de ne. Em dixwazin daxwazên wan li gori qanûna sereke pêk bînin. Bila qanûn ji bo Kurdan jî lê bin. Bila ev zilm û bê hiqûqî bi dawî bibe.”
Zarokên me bi moral û biryar in
Abdullah Turgay got, zarokên wan dibêjin, em bi moral in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zarokên me yên di rojiya mirinê de dibêjin, ‘Em bi moral in, hûn jî bi moral bin’ Bi biryar in. Heta ku encamê bistînin wê çalakiya xwe dewam bikin.”
Dayika Ferhatî, Fatma Kurtay (59) jî heta niha gelek caran ji bo daxuyaniyê bide derket kolanan û rastî şideta polisan hat. Dayik Fatma Kurtay, ewil kurê xwe Mustafa Turgay ê li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şer kir bi bîr anî û got, “6’ê Adara 2015’an li min geriya. 2 roj paşê şehîd bû. Beriya ku Ferhat Turgay dest bi rojiya mirinê bike, em çûn dîtina wî. Me bi hev re wêne girt. Em li daxwazên wan xwedî derdikevin. Bila daxwazên zarokên me pêk bînin. Bila mafê Birêz Ocalan ên hiqûqî bidin.”
Birayê Ferhatî, Mecît Turgay jî got, divê êdî cemawerî bêdeng nemîne û gel rabe ser piyan. Turgay xwest demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe û bi Ocalan re hevdîtin bê kirin: “Tenê Birêz Ocalan dikare şer û mirinê rawestîne. Hêza me heye ku em aştiyê pêk bînin.”
Divê gelê me li cem dayikên berxwedêr be
Ahmet Topkaya yê li Hepsa Tîpa D a Amedê di rojiya mirinê de ye, bi rêya malbata xwe peyam ji raya giştî re şand. Topkaya di peyama xwe de got, “Rewşa siheta me baş e û em bi moral in. Divê gel ji bo vê berxwedanê deng derxîne û xwedî lê derkeve. Êdî ti qîmeta gotinê tineye. Ev çalakî ne ji bêgaviyê ye. Berevajî, em di serdemeke herî xurt de ne. Ev berxwerdan û vîn dê tecrîdê bişikîne.“
Topkaya, dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de yên li Gebze, Qoser û Amedê çalakiya nobetê dikin, silav kirin û ev bang kir: “Em ti wateyê nadin bêdengiya ciwan û mirovan. Divê gelê me cihê xwe li gel dayîkên li ber xwe didin, bigire.”
MA / AMED