Şervanê YBŞ’ê Azad Êzdîn têkildarî sedema xwe ya beşdarbûna nava refên YBŞ’ê, got, “Civaka Êzîdî her tim rû bi rûyî tinebûnê hatiye hiştin û her timî jî ji însafa hinekên din re hatiye hiştin. Fermana Şengalê di encama xiyanetekê de çêbû. Lê êdî hêza me heye ku em bersiva her cûre êrîşan bidin.” 

Azad Êzdîn ku şervanekî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ye weke sedema sereke ya beşdarbûna xwe ya nav YBŞ’ê, îşaret nebûna pergaleke xweparastinê ya gelê Êzîdî kir û got; “Em tev jî dizanin ku beriya fermana  3’ê Tebaxa 2014’an qaşo hêzeke axa me diparast û himbêz dikir hebû û wê heya dawiyê xelkê Êzîdî li dijî her êrîşê biparasta.  PDK, her tim ev soz didan me. Em jî weke gel, neçar bûn ku ji van gotinên wan bawer bikin.”

 ‘Ferman di encama xiyanetek de pêk hat’

Êzdîn bi berdewamî diçe rojên beriya fermanê û wiha diaxive: “Beriya fermanê rojekê pêşmergeyên PDK’ê, gotin ne tirsin ekîbên me yên hêzên taybet hene. Gotin ber bi Şengalê ve ketine rê, diviyabû me jî mîna wan pêşwazî li wan kiriba. Ji me re gotin, hûn li benda me bin, wê tiştek nebe. Lê, wer nebû, heta Duhok û Zaxoyê revîn û em jî di nava agir de hiştin. Ev xiyanetek bû û heya gelê Êzîdîhebe, wê ti carî vê ji bîr neke û wê baweriyê bi pêşmergeyên PDK’ê neyîne.”

 ‘YBŞ-YJŞ’ê êrîş pûç kirin’

Êzdîn êrîşa ser Xanesorê jî wek pîlaneke têkçûyî bi nav kir û got; “Di van demên dawiyê de tiştên ku PDK, nekarî bi ser bixe, Tirkiye hewl dide pêk bîne. Şervanên YBŞ-YJŞ’ê ku yekane hêza parastina Êzîdxanê ye, ev êrîş pûç kirin. Armanca êrîşên hewayî yên li dijî baregehên YBŞ-YJŞ’ê jî, bêparastin hiştina gelê me yê Êzidî bû. Ji ber ku hêzên me tevdîrên xwe yên pêwîst berê wergirtibûn, ev êrîş jî negihîştin armanca xwe.”

Şervanê Êzîdî Azad Êzdîn herî dawî got, weke şervanên Êzidî hêza wan heye ku bersiva her cûre êrîşan bidin û axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Em weke YBŞ û YJŞ’ê dibêjin ku heta em hebin, em ê nehêlin ti hêzeke dagirker bikeve axa me. Banga min li tevahiya gelê Êzîdî û ciwanên wê ye ku werin, tevlî nav refên hêza yekane ya parastina Êzîdxanê YBŞ-YJŞ’ê bibin û bi hev re vê axa qedîm ji dest dijminan derxînin û têkoşîna xwe jî li ser vî hîmê xurt bikin.” 


 ROJNEWS / ŞENGAL