Ji dîrokê bigirin heya îro jî, tekiliya însan û civakê, li ser vê bingehê ava bûye. Însanên ku ji koletiyê re ne qayîl in, însanên ku bi zordestiyê re tamîşa xwe xilas kirine, civakên ku ji desthilatdariyê nerazî ne, ew însanan heta niha, bi pîvanên ehlaqî, bi rêyeke wijdanî û bi şêwazeke rizgar têkoşiyane. Dîrok bi mînakên wisa ve têr û tijî ye.
Ji însanbûna însan vir ve, çi nirx derketine holê û çi pêşketinên însanî di jiyana civakan de cih girtine, lê binêrin, hemû jî bi xêra mêjûyeke azad serketine û bi xêra hişmendiyeke li dij-desthilatdarî pêş ve çûne. Ji îro pêva jî wê wisa be. Ji ber ku pîvana rizgariyê ev e û kedên rizgar jî encax bi destxistina bi vê azadiyê pêk tê.
***
Însanên afirîner, di jiyan û xebatên xwe de her tim bi talûkeya tundiya civakê re rû bi rû ne. Dîrok, bi çirokên wisa ve xemilî ye. Ji ber ku afirandin kareke zor û dijwar e, ew jî, hewcetiya berxwedaniya afirandêran mezin dike. Ji ber wê jî, însanên ku hin tiştan diafirînin, hewce ye ku bi êşên wisa re amade bin, ev yek. Ya din jî, şikestina bawerî dijminê azadî û afirandinê ye, divê çi bibe bila bibe însanên afirîner tu car û tu wext baweriya xwe ya bi armancên xwe re wenda nekin. Ji bo azadîxwazan wenda kirina bawerî, wendabûna berhem bi xwe ye. Li ser vê armancê hewldan, bixwe civakeke azad, mêjû û hişmendiyeke azad, têgihîştinên azad dide damezrandin. Û bi vî rengî însan têdigihîje ku ji bo berhemên azadiyê xebat kirin, bixwe tevgereke azad, jiyaneke azad, fikr û ramaneke azad dixwaze.
***
Berxwedaniya Kurdan a 35-40 salî ya dawî jî li ser vê şêwazê dimeşe. Li zindanan, li bajaran, li çiya, li welatên biyanî, li beşa siyaset û huner û li her deverê, yên ku tekoşina Kurdan pêşve dibe, fikr û tevgerên azad bixwe ye. Ji ber wê jî, tevgera Kurdan, rastî çi hêz û çi welatan were jî tu carî têk naçe. Têk çûyîn, tenê bi vê sedemê ve be jî, ne li rojevê ye.
Ango, nuçeyên "armanca xwe nediyar" ku li rojnameyên Tirkan têne weşandin û yên û dibêjin Rêberê Gelê Kurd Ocalan, di van şert û mercan de ku tekiliya xwe bi hevalên xwe ve qut kiriye, bi rêvebirên Tirk re hevdîtinê dike hene. Ew tişt jî li dijî encamên aşitiyane yên weke ´bila Kurd ne dilrehetî bin û ji tevgerê xwe sar bibin´ tên belavkirin. Bi nêrîna min ev yek ji bo Kurdan ne sedema tirsan e. Bi vê mijarê ve girêdayî armanca desthilatdaran ya ku dixwazin tirsê hinî Kurdan bikin jî beredayî ye.
Ji ber ku ji aliyê hêza leşlerî, siyasî û desthilatdariyê ve derfetên Kurdan ji dewletê çiqas kêm bin jî, dewlemendiya Kurdan ji fikr û ramanên azad tê. Ev yek jî nîşan dide ku hêza Kurdan ji kesekî ne biçûktir e. Ev hêz jî di şert û mercên herî dijwar de jî rêya serketinê bixwe ye û li ser vê rê, têkçûyîn bê îmkan e. Ango em dikarin bêjin Kurd, têkneçûyîna xwe ji fikrên xwe yên azad digirin, ango bi fikr û ramanên xwe yên azad bingeha têkneçûyîna xwe dideynin . Hêza Kurdan ya herî mezîn û bêhempa jî ev bixwe ye. Ji vê wêdetir dev ji gengeşiyê berdin, ew ne hewce ye...
Hêza mêjû ya azad
Hewcetiya Însan, ji her tiştî bêtir, ji mêjûyê ve azad, ji hişmendiyê ve rizgarbûn e. Tekoşîna mirov, tekoşîna civakê, armanca afirandin, hilberîn, mebesta wêje û huner, armanca siyasetê hemû ev tişt bixwe ye.