Fermandaran bang li hemû hêzên leşkerî û komên çekdar kirin ku li hember DAIŞ’ê bibin yek. Piraniya tugayên ku peyman îmze kirine pevre, di bin siya odeya operesyonên hevpar de di êniyekê de şer dikin. Tabûra Şemis EL-Şemal û Eniya El-Ekrad pevre li eniya başûrê herêma Kobanê dimînin û Yekîneyên Parastina Gel û Siwar EL-Reqa pevre li eniya başûr û rojavayê herêmê şer dikin.
Operasyonên hevpar
Fermandarê tabûra Şemis EL-Şemal Ebû Leyla bang li civaka navdewletî û hêzên opozîsyonê kir ku li hemberî hêzên terorîzmê û ji vegerandina ewlehî û aramiya herêmê piştgiriyê bidin insyatîfa han. Li aliyê din bang li hemû hêz û tabûrên heyî kir ku li hember çeteyên DAIŞ’ê bibin yek û peymanên bi vî rengî bikin. Fermandarekî togaya Eniya El-Ekrad li eniya başûrê Kobanê Xebat Mihemed xebatên ji bo yekkirina hêzên leşkerî li herêma Firatê pîroz nirxandin, û bal kişandin ku avakirina odeya operesyonên leşkerî serkeftina xwe îsbat kir û karibû hemû eniyan bi rêve bibe. Odeya han çalakiyeke bi bandor li ser pira Qereqozax li hember çeteyên DAIŞ’ê pêk anî û di encamê de 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û tirimpêleke wan jî hat rûxandin.
Li dijî DAIŞ´ê bûn yek
Endamekî Tabûra Şemis El-Şemal îlankirina odeya Operesyonên leşkerî ya ku li eniyên Kobanê, Sirîn, El-Şiyûx û Minbij li gelê Sûriyê pîroz kir. Ji aliyekî din şervana YPJ’ê Gulbuhar Çiya diyar kir ku yekîneyên wan hebûn û bandora xwe di vê odeyê de îsbat kirin. Çiya bi bîr xist ku ewê li ber wan tabûr û tugayan di bin rêveberiya odeya operesyonan de şer bikin. Endamê tabûra Uqba bin Nafii "Ehmed Ebûd" diyar kir ku armanca wan hêzan bi tevahî ew e, metirsiya DAIŞ’ê li ser herêmê rakin. Ji aliyê xwe ve Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel Ednan Ibrahîm da xuyakirin ku peymana han li ser bingeha yekkirina hêza li hember çeteyên DAIŞ’ê û azadkirina deverên li hermênê yên di bin kontrola DAIŞ’ê.
DAIŞ li dijî gelan e
Ibrahîm, da zanîn ku êdî hemû hêz di wê baweriyê de ne ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê tenê dijîtiya gelê Kurd nakin. Wan çeteyan li hember gelê Ereb jî gelek komkujî pêk anîn. Berxwedana hêzên YPG’ê di li hember wan çeteyan, hişt ku tabûrên han berê xwe bidin YPG’ê. Derbarê derfetên pêkanîn mînakên modela hevpeyman û odeya han li herêmên xweser ên Efrîn û Cizîrê, Ibrahîm wiha got:" Şert û mercên her herêmekê hevpeymanên wiha ferz dike. Rewşa leşkerî û meydanî li herêma Kobanê ji ya herêmên Efrîn û Cizîrê cûda ye. Di heman demê de tabûrên girêdayî Artêşa Azad li Kobanê ji yên herêmên din cûda ne. Lê em di wê baweriyê de ne ku pêwîste hevpeyman û yeketiyek di navbere hemû hêzên azad û demokratîk de pêk were."
KOBANÊ