Hezar koçberên din ên Babê ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û artêşa Tirk reviyane, berê xwe dan herêma Efrînê. Koçber ji korîdora başûr rojhilatê herêmê derbasî Efrînê bûn. Ji 25’ê Gulanê ve, heya niha pêla koçberiya ber bi Efrînê ve ranewestiyaye. Bi dagirkirina Tirkiye ji bajarê Cerablusê re û pêşketina wê li herêmê, rêjeya vê koçberiyê bilind bû. n EFRÎN