DANA OMER / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Li Hewlêr, Silêmanî, Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Kelar û Pênciwênê heta niha li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hezar û 285 kes ketine grevên bêdem û dorveger de. Herwiha, sê kes jî bi awayekî bêdem û nedorveger di greva birçîbûnê de ne.

Li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, 8’ê Mijdarê li Girtîgeha Amadê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kir û niha di roja 141’ê de bi biryardarî çalakiya xwe dewam dike.

Piştî Leyla Guvenê, li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê, li girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 7 hezar kesî dest bi grevên birçîbûnê kir.

Li Başûrê Kurdistanê jî li Hewlêr, Silêmanî, Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Kelar û Pênciwênê çalakiyên grevê dest pê kirine.

Li Başûrê Kurdistanê bi du awayan çalakiyên grevên birçîbûnê dewam dikin. Awayek bêdem û nedorveger e, û awayê din jî bêdem û dorveger e.

494 li Hewlêrê 204 li Silêmanî 580 li Mexmûrê

Li Başûrê Kurdistanê bi giştî heta niha hezar û 285 kes beşdarî çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger bûne. Herwiha li Hewlêr, Kelar û Wargeha Penabaran a Mexmûrê jî bi giştî sê kes ketine çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û nedorveger de.

Herwiha li navçeya Kelarê Şeyma Ednan ji bo mehekê, ev 25 roj in di greva birçîbûnê de ye. Yunis Omer li navçeya Pênciwênê ev 10 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Li Başûrê Kurdistanê li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê îro di roja128’an de Nasir Yagiz çalakiya xwe dewam dike.

Heta niha li Nûnertiya HDP’ê 494 kes beşdarî çalakiyê bûne û 63 koman çalakî dewr girtiye.

Piştî Hewlêrê, li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê bi awayekî bêdem û dorveger çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Ev 104 roj in çalakî dewam dike. Heta niha 204 kes beşdarî çalakiyê bûne. Herwiha 52 koman çalakî dewr girtine.

Li Wargeha Penabaran a Mexmûrê jî 102 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dewam dike. Heta niha 34 koman çalakî dewr girtiye û 580 kes beşdarî çalakiyê bûne.

Herwiha Endama Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê Fedîle Tok jî ev 67 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye.

Li navçeya Kelar a Germiyanê jî endezyar Herêm Mehmûd ev 32 roj in dest bi çalakiya bêdem û nedorveger kiriye. Herwiha 4 kes jî ji bo hefteyekê di grevê de ne û Şeyma Ednan jî bo mehekê di grevê de ye.

Di 30’ê Çile de endamên Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Hewlêrê kon vedan û dest bi grevê kirin. Lê, asayîşa Hewlêrê çend caran êrişî wan kir û dest danî ser konê wan. Lê, dîsan bi israr bûn ku çalakiya xwe dewam bikin. Bi giştî asayîşê çend caran êrişî çalakgeran kir. Di 7’ê Sibatê de hemû çalakger destgîr kirin û ji Hewlêrê dersînor kirin.

 

HEWLÊR