Di hundirê min de îro ev gotin digerin ku ez dixwazim bibêjim û qîr bikim; ‘Xweziya me Kurdan bi qasî ku li hember hevdu kîn û dijminahî diajon,  li hember dijminê xwe jî bajota. Bi qasî em bi hev re mijûl bûna xweziya em bi dijminê xwe re jî ewqas mijûl bûna. Bi qasî me eyb ji der û dîwarê mala xwe bigirta me hinekî jî kavilên dijminê xwe bidîta.’ Di xwepêşandanên çend rojan de ku tevahiya Başûrê Kurdistanê dişewitîne, mirov rastî gelek tiştan tê ku fam nakim ka çima em bi çav nabînin û şîroveya wê ya sosyolojîk û psîkolojîk nakin.
Di serî de vê bibêjim ku armanca min ne ew e daxwazên rewa yên xelkê piştguh bikim û siyê bixim ser hestên wan yên welatparêzî, jixwe ev ne hedê kesekê ye jî. Beriya bi çend salan hema ji destpêka 2003’an de hemû îdareyên Herêma Kurdistanê bûye yek, ango herêma kesk ku di bin desthilatdariya YNK’ê de bû û herêma zer ku di bin desthilatdariya PDK’ê de bû, bûne yek. Ev herdu herêm di warê îdarî de gihiştin hev lê dema mirov temaşeyî van çalakiyên dawî dike, mixabin van partiyan gelek sînor xistine navbera xelkê. Ewqas kûr e ku îro dîsa serî radike û di demeke ewçend hesas de birînên nepêçayî birîndartir dike. Ji hestên hinekan bêhna faşîzmê tê û ne demokratîk e. Partiyên Başûrê Kurdistanê xelkê li gorî berjewendiyê xwe bikar tînin. Herkes bi aliyê xwe ve dikşîne. Di cewher de daxwazên rewa yên gel tinene, di cewher de lîstok û dek û dolabên partiyan li dijî hev hene. Ev rewşek gelekî trajedîk e ku hê jî em wek Kurd ewçend li hember hevdu kînê dajon, heta kengî wê wisa bimeşe gelo, heta ku em koka hevdu biqelînin û dilê celadên xwe xweş bikin?
Êdî xwepêşandan ji bo meaş û daxwazên reformê ber bi pêvajoyeke bi tehkûke ya şerê birakujiyê ve diçe. Di rewşa heyî de aliyên bi nakok, Goran jî di nav de dixwazin dîsa sînorê ku qet tu caran nehatibû rakirin û bê reng bibû, dîsa reng bidinê. Êdî em gihiştine astekê ku bi êrîşa li ser baregehên hevdu li her bajarî, êdî gotinên dawî yên veqetînê ji hev re dibêjin. Jixwe dijminê me bi salan ewqas sînor li ser sînga vî welatî kolane ku şopên wê di ruh û mêjiyê me de bandorên gelekî neyênî çêkiriye. Îca ger em bixwe jî van şopan kûr û zindî bikin wê demê em ê lawahiya ji kê bikin? Wê demê em ê kê sûcdar bikin ku em hev cuda kirine. Wey bi van hezar û yek sînorên di dil, ruh û mêjiyê me de!
Heta em hemû di hest û ramanên xwe de negihêjin baweriya jiyana bihevre, demokratîk û bihevre em ê nikaribin bi gelên din re jî vê yekê bijîn. Yan jî em ê nikaribin dijminê xwe neçar bikin ku hebûna me li kêleka hev bipejirîne. Fikra netewperest û dewletperestî tenê di kesên ku bûne dewlet û dagirkeran de tineye, dibe ku asta wê di wan de zêde be. Lê nêrîna desthilatdariya ne demokratîk wek nexweşiyekê ye ku her kes dikare pê bikeve. Ev rewşeke taybet bi hinekan nîne nexweşiya desthilatdariyê. Yan jî pêkanîna edaleta cewherî di hestên xwe de wer mijarek nîne ku bi hinek pêkanînên mekanîk û siyasî jiyanî bibe. Xulase bi baweriya min di hestên me de hin valatî hene ku me qet hewl nedaye dagirin, ew jî hestên jihevdu hezkirin û bawerîanîna bi hev e. Îro ku em behsa rakirina sînorên dagirkeran di navbera xwe de dikin, beriya wê em hinekî vegerin û dîwarên lêkirî yên li hember hevdu jî hilweşînin. Bêyî ku em pê bihisin bi hezaran sînor di navbera me de hatine xêzkirin, ji bo Xwedê li şûna em van zindî bikin werin em wan bêwate bikin, lewma berdêla vê yekê wê ji bo me gelekî giran be.