Îsal bo cara 11’an Kampa Havînê ya Zarokan hate lidarxistin, bi agirdadan û govendê kampa îsal jî bi dawî bû. Îsal zarokên Şirnexî, Nisêbînî û Silopîyî jî sûd ji vê kampê wergirtin, bi tevayî hezar û 5 zarok beşdarî vê kampê bûn.
Rêveberiya Şaxa Zarok û Karên Krêşan a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 11’ê Hezîranê li bajarok Gezîn a ser bi Madena Xarpêtê, 11’emîn Kampa Zarokan a Havînê da destpêkirin, hezar û 5 zarokên 7-14 salî jê sûd wergirt. Her heftiyê komek beşdarî kampê bû, heta 4’ê Îlonê 10 kom beşdarî kampê bûn. Her kom, 6 rojan li kampê ma.
Kamp bi dadana agir bi dawî bû
Merasîma girtina Kampa Zarokan a Havînê, bi guhdariya Atolyeya Rîtma Xwezayî ya Konservatuara Aram Tîgran a bi çetel, kevçî, satil û şûşeyên pet dest pê kir. Piştî vê guhdariyê, agirê kampê hate vêxistin û perwerdekarên Konservatuara Aram Tîgran stran ji bo zarokan gotin. Piştre zarokan li dora agir govend gerand. Di tevahiya kampê de turnuvayên futbol,voleybol û basketbolê hatin lidarxistin. Tîmên serkeftî hatin xelatkirin.
Ji Silopya, Şirnex û Nisêbînê jî zarok hatin
Hêjayî gotinê ye, îsal di kampa 11’an de, ji gund, navçe, navenda bajarê Amedê, her wiha ji Silopya, Şirnex û Nisêbînê jî zarok beşdarî kampê bûn, bi tevayî hezar û 5 zarokan rojên vê kampê di ser xwe re bihurandin. Di kampê de hemû pêdiviyên zarokan ji aliyê şaredariyê ve hatin pêşwazîkirin, perwerdekaran xizmeta wan kir, ew fêrî avjeniyê bûn û demeke xweş derbas kirin.
AMED