Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê, li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê mîtîngek hate lidarxistin. Ji bikî Duysseldorfê li gelek bajarên Fransayê jî çalakî hebûn ku yek jê jî li paytext Parîsê bû.
Çalakiya li Dusseldorfê di çarçoveya pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ de ji bo xwedîlêderketina grevên birçîbûnê bi rê ve çû.
Di çalakiyê de polîsan destûr neda ku wêneyên Ocalan bên hilgirtin. Di çalakiyê de ji bo xwedîderketina li dayikan girtiyan bi xavikên spî zincîra mirovan hate çêkirin.
Polîsan di çalakiyê de xwestin jinekê destgîr bikin lê çalakgeran nerazîbûn nîşanî polîsan dan.
Êrişên li dijî dayikan hatin şermezarkirin
Di mîtîngê de hevserokê KON-MED’ê Tahîr Koçer got, “Em vê polîtîkayê qebûl nakin. 7 hezar hevalên me di greva birçîbûnê de ne, em ê ji bo wan biqîrin.”
Siyasetvanê Kurd Faysal Sariyildiz jî diyar kir ku berxwedêr aştiyê dixwazin û got, “Rakirina tecrîdê tê wateya azadî û aştiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn. Divê em 24 saetan li ser lingan bin. Em êrişên li ser dayikan jî şermezar dikin.”
Di çalakiyê de polîsan xwest jinekê destgîr bikin lê girseyê nerazîbûn nîşan da. Ciwanek ji bo ku pêşî li destgîrkirina wê jinê bigire, ket xwarê. Bi ambûlansê ew ciwan rakirin nexweşxaneyê.
Ligel ku hate astengkirin jî girseyê bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Es Lebe Ocalan’ çalakiya xwe bi dawî kir.
Em ê faşîzmê têk bibin
Li paytexta Fransayê Parîsê, Kurdistanî û dostên wan ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û berxwedêrên greva birçîbûnê, çalakiyek kir.
Çalakiya ku bi pêşengiya Konseya Civaka Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) pêk hatî de, nûnerên ACTIT’ê jî tevlî bûn û piştgiriya xwe diyar kirin.
Çalakger li Meydana Republique civiyan, pankartên li ser wan, “Em hemû Leyla Guven in”, “Ji Ocalan re azadî” nivîsandî, hilgirtin.
Di çalakiyê de êrişa li dijî dayikên li ber zindanan li ber xwe didin, hate şermezarkirin. Aktîvîsta TJK-F’ê Bêrîvan Firat û hevseroka CDK-F’ê Fevziye Erdemîrcî û nûnera AvEG-Kon’ê Gulten Yavuz ku ev meheke di greva birçîbûnê de ye, axivîn. Axaftvanan diyar kir ku di kesayetiya Ocalan de li ser tevahiya civakê tecrîd tê meşandin, lewra divê em li dora berxwedêrên greva birçîbûnê kom bibin û faşîzmê têk bibin.
Çalakî bi dirûşmeyên, “Dîktator Erdogan”, “Bijî berxewdane zindanan” bi dawî bû.
DUSSELDORF / PARÎS