
Konseya Rêveber Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê bûyerên li bajarê Serêkaniyê ya rojavayê Kurdistanê qewimî de daxuniyeke nivîskî da.
KNK’ê got; “Dijminatiya kronîk ya li dijî gelê Kurd, sînoran nas nake. Ev dijminatiya kronîk, mixabin di bin pêşengiya dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê de tê meşandin û wiha domand: “Mînaka dawî jî rojavayê Kurdistanê, Serêkaniyê ye. Hemberî ku li wê herêmê gelê Kurd, ereb û suryanî di nava aştiyek dilsozî de dijîn, hêzên çete û paramilîter bi desteka Dewleta Tirkiyeyê ketin herêmê û teror meşandin. Êrîşên ji 8ê Mijdarê û vir ve têne kirin û helwesta çete û hêzên paramilîter nîşan dide ku, ev êrîş teva projeya dewleta Tirkiyeyê ne. Armanca dewleta AKP'ê ew e ku gelê Kurd jî bikişîne nava şer û di navbera gelê Kurd û ereb de şerekî derbixin holê.”
KNK'ê da zanîn ku di encama êrîşên hêzên çete û paramilîter de, serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl û hevalekî wî jiyana xwe ji dest dan û ji ber vê şerek giran çêbû û berdewam e û got; “Di vî şerîde jî şehadet hene. Em di serî de ji malbata Abîd Xelîl, malbatên şehîdan û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”
Dijmanitaya dewleta Tirk a bê sînor
KNK'ê da zanîn ku bûyerên li Serêkaniyê jî didine xuyakirin ku dijminatiya Dewleta Tirkiyeyê, di dijminatiya li dijî gelê Kurd de sinoran nas nakin û wiha pêde çû: “Mixabin, hinek ji hêzên Kurd jî dibine hevparê terora dewleta Tirk û di êrîşên li dijî gelê Kurd de cih digirin. Serokê partiyeke Kurd, di axaftina bi rojnamevanekî Tirk re kiriye, têkiliya bi dewleta Tirk û cih girtina êrîşên li Helebê taxa Eşrefiye û êrîşên li Serêkaniyê de, bê perwa mikur hatiye. Ev jî dide xuya kirin ku birîna mûmarî ya xiyaneta li dijî gelê Kurd hîna berdewam dike. “
'Hêzê bidin desteya bilind'
KNK'ê di berdewam de got; “Baş tê zanîn ku gelê Kurd yên rojavayê Kurdistanê di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û di qonaxa bidestxistina statuya siyasî û azadiyê de ye. Destekkirin û parastina destketiyên rojavayê Kurdistanê binbariya her hêza Kurd, binbariya her sazî û dezgehên Kurd yên sifîl û her ferdê Kurd e. Ji bo vê jî, pêwiste Desteya Bilind a Netewa Kurd were bi hêz kirin. Em weke KNK'ê, car din dubare dikin ku di vê pêvajoya dîrokî û hessas de, di vê qonaxa ku li Rojhilata Navîn tê dizaynkirin de û hêdî hêdî dengeyên li herêmê di cihê xwe de rûdinin de, divê partiyên Kurd yên siyasî teva, li gorî berjewendiyên neteweyî tevbigerin û derfetan nedin lîstik, dek û dolabên dijmin û kesên têkildarî dijmin. Baş tê zanîn ku di vê qonaxa dîrokî û hessas de, dijminên kronîk yên gelê Kurd li her alî û di her çar parçeyên Kurdistanê de, di qada navneteweyî de serî li lîstik, dek û dolaban didin.”
Ji bo hêzên Kurd bang
KNK'ê bang li hêzên sereke yên Kurdan KCK, PDK û YNK'ê û hemû rêxisitn û partiyên din ên Kurdistaniyê kir û got; “Berpirsiyariyên xwe bînin cih û desturê nedin kiryarên li dijî berjewendiyên neteweyî. Ziyanên li dijî parçeyeke Kurdistanê, ziyanên li dijî hêzêke siyasî ya gelê Kurd, ziyanê dide berjewendiyên tevahiya parçeyên Kurdistanê. Qedera parçeyên Kurdistanê, qedera hêzên Kurdistanî teva bi hevûdin ve girêdayî ye.
m weke KNK'ê, bang li kes û partiyên têkildarî dijminên kronîk haraket dikin û dinava çete û hêzên paramilîter de cih digirin teva dikin, pêwiste rewşa xwe dibin çavan re derbas bikin. Roj ne roja dubendiyan e, roj roja yekîtiya neteweyî ye. Pêwiste her hêza Kurd, û her eniya Kurd, ji bo xurtkirin û bi hêzkirina Desteya Bîlind a Kurd kar bike û destekê bide. Dubendî û dijbeirya navbera Kurdan tenê bikêrî dijminên gelê Kurd tên û tê wateya kolekirina tevahiya glê Kurd.”
'Bi statuya parçeyekî Kurdistan azad nabe'
KNK'ê herî dawî ev peyam da; “Bi vê mebestê, projeya dewleta AKP'ê ya li rojavayê Kurdistanê jî, ji bo kolekirina tevahiya gelê Kurd e û ji bo têkibirina destketiyên tevahiya gelê Kurd e. Hêza Kurd, tenê bi azadbûna parçeyekî ji Kurdistanê sazkar nabe, bi azadbûn û bidestxistina statuya siyasî ya çar parçeyên Kurdistanê mumkun e. Ji bo vê jî, divê tevahiya gelê Kurd, partiyên siyasî û hêzên Kurd, destekê bidin rojavayê Kurdistanê û lîstik û projeyên dijminê kronîk yên weke dewleta Tirkiyeyê berteref bikin. Bi vê mînasebetê em carek din, êrîşên Dewleta Tirk û hevparên wê yên paramilîter şermezar dikin, ji malbatên şehîdan û ji Gelê Kurd re sersaxîyê dixwazin.”
ANF/BRUKSEL