Osman destnîşan kir ku, herî zêde di astengkirina Kongreya Netewî de welatên ku Kurd têde dijîn Tirkiye û Îran bûne asteng.

Osman bang li her sê partiyên Kurd PDK, YNK û PKK’ê dike ku bi hevkariya partiyên din yên Kurd mercên kongreyê bi afirînin û nehêlin ku hêzên biyanî destê xwe dirêjî kongreyê bikin. Osman da diyar kirin ku, ji ber ku di roja me de gelê Kurd li her çar parçeyê Kurdistanê rastî astengiyan tên pêwîstî li darxistina Kongreya Netewî heye. Kongreya Netewî ya Kurdistanê biryar bû ku di 16-17 ‘ê Tebaxa îsal de bê lidarxistin lê ji ber hinek nakokiyên di nava partiyên Kurdan û destwerdana hêzên ji derve re ta niha 2 caran hatiye li paşxistin herî dawî wê di 25-26’ Mijdarê de bihatiba li darsixtin, lê dîsa bo dîrokekî ne diyar hat paşve xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN