Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Barack Obama, beriya Komcivîna Gîştî ya Neteweyên Yekbûyî li New York’ê û hevdîtina bi Heyder El-Ibadî re ragihandibû ku operesyona Mûsilê dê di demeke nêz de dest pê bike. Li ser mijarê rojnameya El-Qudis El-Erebî li ser zimanê hin çavkaniyan ragihand ku hêzên ji Heşd El-Êzîdî û PKK’ê dê di operesyona Mûsilê de cih bigirin.
Yek ji rêveberên PKK’ê Egîd Gêlarî meha Adarê ragihandibû ku 4 hezar şervanên wan amade ne ku tevlî operesyona rizgarkirina Mûsilê bibin. Gêlarî dabû zanîn ku tevlîbûna hêzên wan di operesyonê de wê bibe aktoreke sereke ya pêkanîna hevsengiyê li herêmê.
NAVENDA NÛÇEYAN