Li Efrîna ku ji aliyê leşker û çeteyên artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, li gel bêdengiya navdewletî rojane sivîl têne kuştin, revandin û malên wan tên talankirin. Platforma Hiqûqnasên Sûriyê ya ji bo Parastina Efrînê, Rêxistina Mafê Mirovan û aliyên din gelek caran bang li dewletên cîhanê kirin ku komîteya lêpirsînê ji bo sûcên li Efrînê ava bike. Lê heta niha bersiva vêbangê nehatiye dayîn û tu helwest li hemberî binpêkirinên li Efrînê nehatiye nîşandan.

Li kantona Efrînê ya ev 15 meh in ji aliyê leşker û çeteyên artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, rojane kuştin, revandin, talankirin, destdirêjiya li ser jinan û gelek sûcên din tên kirin.

Çavkaniyan ji navenda Efrînê diyar kirin ku leşker û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê welatiyên sivîl Ebdulrehman Şêx Ehmed yê 36 salî û Henan Hisên ê 34 salî qetil kirine. Ebdulrehman û Henan 8‘ê Hezîranê saet 07:00´an li nêzî rawestgeha navçeya Mabata–rêya Raco û navenda bajarê Efrînê hatin qetilkirin. Ev her du sivîl bi erebeyên xwe li nav gundan digeriyan û zebze difrotin.

 

ANHA/EFRÎN