Hêzên QSD´ê piştî rizgarkirina balefirgeha Tebqa, dor li navçê girtin û xwe nêzî navenda navçeya Tebqayê jî kirin. Êrîşên çeteyên DAIŞ´ê ên van sê rojên dawiyê hatin şikandin. 

Şervanên QSD’ê êrîşa çeteyên DAIŞ´ê a li bakur rojhilatê balafirgeha Tebqayê şikand, di encama şer de jî herî kêm 8 çete hatin kuştin.

Operasyona rizgarkirina bajêr û bendava Tebqayê di roja xwe ya 13’an de ye, û di operasyonê de şer bi dijwarî dewam dike.

Hêzên QSD´ê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya pêr piştî nîvro bi ser bakur rojhilatê balafirgeha Tebqayê de, bi berxwedaneke mezin şikand. Di êrîşa saet di 16.00’an de jî çeteyan dîsa derbên giran ji destê QSD′ê xwarin.

Di şer de şervanên QSD’ê tirimbêleke çeteyan a doçka 12.5 mm lê barkirîbû rûxand,  her wiha 8 çete hatin kuştin û cenazeyên 3 çeteyan tevî çek û hin alavên leşkerî ketin destê şervanan.

Hat zanîn ku di şer de şervanekî QSD’ê birîndar bûye. Şer heta doh dema amadekirina nûçeya me dewam dikir, lê belê dijwariya şerî kêm bûbû.


Şervan li ber deriyê rêya ketina Tebqayê ne

Li aliyê din piştî ku dor bi temamî li Tebqayê hat girtin, Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, li gundê dawî yê ketina bajarê Tebqayê, şerê çeteyan dikin. Piştî 2 rojan ji êrîşên giran ên çeteyên DAIŞ’ê ku şervanên Xezeba Firatê hemû şikandin, êdî şervan ketin dewrê û dest bi çalakiyan dikin.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê doh li nêzî rêya ketina bajarê Tebqayê dest bi çalakiyan kir. 


Girîngiya balafirgeha Tebqayê

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di 26’ê Adarê de balafirgeha Tebqa ya 6 kîlometreyan li başûrê bajarê Tebqayê ji çeteyan rizgar kir. Piştî rizgarkirina balafirehgehê operesyon hîna jî didome. Şervanên QSD´ê der barê girîngiya vê balefirgehê ya eskerî de xwedî agahî bin jî ji bo wan hêja ye bi bîr bixin ku DAIŞ´ê êrîşên xwe yên li dijî Kobanê ji vê balefirgehê organîze û kordîne dikir.  


Şervanan droneke çekdar a DAIŞ´ê bi dest xist

Şervanan li nêzî vê balafirgehê, balafireke keşfê ya bombebarkirî ya DAIŞ´ê xist xwarê. Çeteyên DAIŞ´ê ev demek e ku bi balafirên keşfê yên piçûk ve bombeyan girêdide û bi êrîşan dibin ser hêzên QSD´ê û şervanan. 

Li aliyê din xebatên paqijkirina ji mayîn û teqemeniyan a gund û herêmên ji çeteyên DAIŞ´ê rizgarkirî jî dewam dike. Di vê xebatê de êdî wesaîtên taybet ên zirxî yên koalîsyona li dijî terorê jî têne bikaranîn. 


 REQA