Li rojhilatê bajarê Helebê pevçûnên dijwar di navbera hêzên rêjîma Baas û çeteyên Koalisyona Niştîmanî ya Sûrî rû dan. Di encamê de, hêzên rêjîmê taxên ′Bab El-Neyreb, Kerem El-Dede, Heleb El-Qedîme û Salihîn ên rojhilatê bajêr xistin bin kontrola xwe. 

Doh di saetên sibehê de, hêzên rêjîmê ji taxên Salihîn, Bustan El-Qesir, Şêx Seîd û Zibdiyê êrîşî taxên rojhilatî bajêr ên ku di destê çeteyan de mane, dikin. Çavkaniyeke herêmî ragihand ku hêzên rêjîmê beşek ji taxa Meadî û parçeyên ji başûr û başûr rojhilatî bajêr jî xistine destê xwe. 

Li gundewarên bakurê Helebê jî hêzên rêjîmê gihiştin bajaroka Kefer Hemra. Lê derbarê pevçûnên ku li wê herêmê rû dan û hejmara kuştiyên herdû aliyan, tu agahî nehatin bidestxistin.

Esad bangawaziyên agirbestê red kir

Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad ê ji rojnameya El Vatanê re axivî bangawaziyên ji bo agirbestê red kir. 
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad ji rojnameya El Vatan a li Şamê weşanê dike re axivî, têkîldarî agirbestên ji bo pêşketina wan a li Helebê nêrînên xwe parve kir. Esad anî ziman ku tercîhekî wekî agirbestê tuneye ji ber ku muxalîf dikevin tengasiyê Amerîka ji bo agirbestê israr dike. Esad da zanîn ku ji nû ve bi destxistina Helebê ji bo hikûmetê dê bibe serkeftinek û nirxandina “lê ev dê dawiya şerê li Sûriyeyê neyne” kir. Esad diyar kir ku serkeftina li Helebê dê ji bo bi dawîbûna şer bibe gavekî mezin. 


Kery û Lavrov civiyan

Berdevkê Werzareta Karê Derve yê Amarîka John Kirby ragihand ku Werzîrê Karê Derve yê Amarîka û Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov ji bo agirbesta li Helebê û derbasbûna alîkariyên mirovî hewldanên mezin dane meşdandin.

Wezîrê Karî Derve yê Amarîka John Kerry bi Wezîrê Rûsyayê Sergî Lavrov re li Amlanyayê hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinan de projeya bêçalakiya li Helebê, derxistina komên çekdar û sivîlan a ya di civîna salane ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyan a Ewropa de ku li Humborg hatibû lidarxistin, nîqaş kirin.

Li gorî nûçeya Sputniknews her du aliyan derbarê girîngiya bêçalakiyê û derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo şêniyên Helebê nîqaş kirine.

Wezîrê Karê Derve yê Amarîka Jon Kerry diyar kir ku wan hin nêrîn derbarê rewşa Helebê û danûstandinên bi komên çekdar ên ku wekî terorîst têne bi navkirin, girtin dest. 


 HELEB