
Di civîna çapemeniyê de daxuyaniya TEV-DEM û ENKS ya ji bo çepemeniyê ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl hat xwendin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de wiha hat gotin: "Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêmên Kurdan ku bi armanca tunekirina hebûna netewî ya gelê kurd tên kirin. Li ser vexwendina Serokê Herêma Başûrê Krudistanê Birêz Mesûd Barzanî ji 14 heta 22'yê cotmehê di navbera şandeyên TEV-DEM û ENKS'ê de bi çavdêriya nûnerê serokatiya Başûrê Kurdistanê Hemîd Derbendî civîn tên lidarxistin. Di civînan de herdu aliyan hemû doz û mijarên girêdayî gelê Kurd û doza Kurdî gotûbêj kirin."
Gava yekîtiya netewî
Di berdewamiya daxuyaniya çapemeniyê de wiha hat gotin: "Ji ber girîngiya yekîtiya helwesta Kurd ji TEV-DEM, ENKS û partiyên derveyî herduyan lêvegerînek Kurd hat avakirin. Ev lêvegerîn wê setratejiya giştî ya Kurd xêz bike û di hemû alî û mijarên girêdayî gelê kurd, Rojava û Sûriyeyê yekîtiya helwesta Kurd diyar bike."Di daxuyaniyê de bal kişand ser beşdarbûna ENKS'ê di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û desteyên wê de û wiha hat gotin."Biryar hat girtin ku hevkariyeke aktîf û parvekirineke rasteqîne were pêk were. Her wiha divê şêwazê niha yê rêveberiya herêmên Kurdî were pêşxistin û di aliyê siyasî û îdarî de yekîtiyekê çêbike. Ji bo temsîlkirina hemû pêkhateyên din ên Rojavayê Kurdistanê jî divê kar bênavbera were kirin."
Kordînasyonê pîroz kir
Kordînasyona Giştî ya Hikûmetên Herêmên Rojavayê Kurdistanê (Kobanê, Cizîr û Efrîn) girêdayî hevpeymana hêzên Kurdî yên Rojava li bajarê Dihokê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya kordînasyonê de wiha hat gotin:"Di vê qonaxa nazik û dîrokî de ku gelê me û herêm bi tevahiya xwe têre li hemberî berpirsyariyên dîrokî derbas dibe, em lihevkirin û hevpeymana di navbera hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Dihokê pîroz dikin. Ev gav ji bo lihevkirina hemû hêzên siyasî yên Sûriyeyê girîng e da ku em bigihêjin sûriyeye demkratîk. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) misogeriya parastina Rojavayê Kurdistanê ye û dikare vê erkê heta dawiyê bicih bîne, lê pêdiviya wê bi çek û alavên leşkerî û teknîkî heye." Di daxuyaniya kordînasyonê de hat pêwîstiya ku herêma Başûrê Kurdistanê bi riya Wezareta Parastinê bi Yekîneyên Parastina Gel re di nava têkilî û kordîneyê de be.
NAVENDA NÛÇEYAN