Hêzên Şoreşger ên hevbeş ên herêma Şehba, barageha çeteyên artêşa Tirk a dagirker a li gundê Kilcibrîn a ser bi herêmên Şehba, rûxand.
Nûçegihana ANHAʹyê ji herêma Şehba ragihand ku di wan deman de ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundê Kilcibrîn û bajarokê Mari bi cih dibin, gundê Şêx Îsa û bajarokê Arfed bi topavêjan û hawanan topbaran dikirin, balafirên keşfê yên Tirkiyê li ser gund û bajarokên herêmên Şehba digeriyan.
Çeteyan topbaran berfireh kir û gundê Simoqe, Til Medîq, Herbel û Til Cîcan jî topbaran kir û di wê demê de nuqteyên hêzên şoreşger ên hevbeş jî bi çekên Doçka hedef gulebaran kirin.
Şervanên Hêzên Şoreşger, bersiv da jêderên topbaranê yên li gundê Kilcibrîn û baregeheke çeteyan a li Kilcibrînê, bi fuzeyan rûxandin.
Nûçegihana ANHA`yê da xuyakirin ku topbaranê heta serê sibehê li ser gundên herêmên Şehbayê, dewam kir.
Gund û bajarokên herêmên Şehba rojane rastî topbarana bi çekên giran ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê.
ANHA/ŞEHBA