Li Kantona Efrînê dewreya duyemîn a Hêzên Taybet ên girêdayî Desteya Parastinê bi dawî bû.

Piştî perwerdeya sê mehan ku şervanên Hêzên Taybet dersên birdozî, şerê’ kolanan, bajar, çiyan’ û rêbazên şerê nû dîtin, duh bi merasîmekê bi dawî bû.

Di cihê merasîmê de wêneyên şehîdan, wêne û ala Hêzên Taybet û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Di merasîmê de, Serokê Desteya Parastinê Ebdo Ibrahîm, Nûnerên Meclîsa Malbatên Şehîdan û Nûnerên Rêveberê Xweseriya Demokratîk amade bûn.

Merasîm bi bîranîna cangoriyên azadî hate destpêkirin. Piştre şervanên Hêzên Taybet toraneke leşkerî pêşkeş kirin. Di merasîmê de, Cîgera Serokê Desteya Parastinê Dijle Hesen axivî û bi dawîbûna perwerdê li  şervanên Hêzên Taybet pîroz kir.  Dijle hesasiyeta dema niha û girîngiya parastinê anî ziman.

Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû. 


 EFRÎN