Xwişka wê ya mezin li tembûrê dixist. Dema ku xwişka wê ne li mal bû, wê bi veşartî li tembûra xwişka xwe dixist. Dema ku xwişka wê pê dihesiya pê re aciz dibû. Lê dema ku xwişka wê dît ji sazê hez dike û baş lêdixe, ew kir şirîka tembûra xwe. Piştî ku Bêrîvanê 2 salan li malê xwest li tembûrê xist, herî dawî li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê dest bi kûrsê kir. Dema malbatê nekarî wê rawestîne, destûr dan here kûrsê. Berîvan, di dema berxwedana Sûrê de dest bi kûrsa tembûrê kir.
Di demek kurt de Bêrîvan fêrî lêxistina tembûrê ya bi nota bû. Di çend mehan de bû yek ji xwendekarên herî jîr.
Mamostayê Bêrîvanê Ferhat Tutşi anî ziman ku Bêrîvan li malê fêrî çend stranan bû lê li saziyê fêrî lêxistina bi nota bûye û wiha pêde çû: “Ew nû hatiye lê di nava xwendekarên 2 salan de kûrsê dibîne. Ew niha dikare li ser dikê li tembûrê bixe. Ez wek mamosteyekî wê dihesidim.” Mamostayê Berîvanê ji ber serkeftina wê pere kom dike dê ji şagirta xwe re tembûreke profesyonel bikire.
DÎHA/AMED