Nivîskar, helbestvan û hunermendê şêwekariyê yê Kurd Mahîn Şêxanî di 1960’an de li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji dayîk bûye. Helbest û çîrokan bi zimanên Kurdî û Erebî dinivîse û tabloyan xêz dike.
Hunermed Mahîn Şêxanî Fakulteya Hunerê ya Zanîngeha Şamê bi dawî kiriye. Paşê bûye mamosteyê şêwekariyê û li dibistanên navçeya Dirbêsiyê kar kiriye. Di destpêka salên 1984-1985’an de bi rêya xwendina helbest û çîrokan derbasî cîhana wêjeyê bûye.
Çîrokên wî jî hene
Şêxanî gelek çîrokên biçûk bi navê ‘Li ser çemê Xabûr’ çap kirine. Her wiha beriya demekê pirtûkeke helbestan a bi navê “Afrodît” nivîsandiye. Nivîsên wî li ser hezkirina welat, fedabûn, lehengiyê, hezkirinê ne.
Şêxanî diyar kir ku wî di 20 saliya xwe de dest bi wêjeyê kiriye û got: “Dema min çîrokên biçûk dinivîsandin, her tim hewldanên min hebûn ku ez bikarim li ser rewşa Kurdan binivîsim. Roj bi roj min çîrok û helbest dinivîsandin heta ez gihaştim vê pêvajoyê.”
OLVA HAC MENSÛR / ANHA/HESEKÊ