Wekîlê Serokê Koma HDP’ê, Saruhan Oluç têkildarî rojiya mirinê got, “Em bang li hemû insanên xwedî wijdan, rêxistinên civaka sivîl, insanên demokrat dikin; me bi tenê nehêlin. Niha dem, ew dem e ku em ruh bidine jiyanê.”
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç ê ku beriya bi hefteyekê hat hilbijartin, têkildarî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya îro dest pê dike li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.
Oluç got, “Çalakiya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir û 173 (îro 174) roj in didome. Piştî Guven bi hezaran kes di grevê de ne û bi biryardarî didome. Em di rewşeh xeterdar de derbas dibin. 15 girtiyan ragihand ku dê li girtîgehên Bakirkoyê, Wan, Gebze û Amedê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherînin rojiya mirinê. Veguherandina rojiya mirinê ya ku girtiyên demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ne, gelekî bi tehlûke ye.
Daxwaz pirr zelal e. Daxwaz jî ew e ku qanûn û hiqûqa înfazê pêk were. Ji bo pêkanîna daxwaza van girtiyan ti astengî li pêşiya hiqûq û qanûnan nîne.
Dema xwedîlêderketinê ye
Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan li her devera dinyayê bang tê kirin û ev bang mezin dibe. Malbat di nava aciziyeke mezin de ne. Em bang dikin, divê guhê xwe li vê bangê negirin. Em careke din dubare bang li insanên xwedî wijdan, rêxistinên civaka sivîl, insanên demokrat dikin; guhê xwe li bangên HDP’ê negirin û me bi tenê nehêlin. Niha dem ne dema rexnekirin û ji hev hesab pirsînê ye. Niha dem, ew dem e ku bêyî tiştek were serê kesekî û rojiya mirinê ya dê ji sibê (îro) şûn ve dest pê bike, bidin rawestandinê. Ya esasî ji bo HDP’ê ew e ku ruh bide jiyanê û jiyanê biparêze.”