Piştî lehiya mezin a ku li Binarê Qendîlê rê li ber zirara mezin vekir, şaredariyê dabû zanîn ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye ji bo ji nû ve avakirina gundan û binesaziya wan. Waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir jî got, piştî ku rapora tesbîta zirar û ziyanan ew ê alîkariyê bikin.
Waliyê parêzgeha Silêmanî, Heval Ebûbekir ji bo mexdûrên lehiya Binarê Qendîlê got, wan alîkariya destpêkê şandiye û ji bo ji nû ve çêkirina binesaziya herêmê jî li benda rapora xisarê ne.
Ji ber barana zêde ya roja 26’ê Cotmehê barî, lehiyeke mezin li gelek gundên Qendîlê û herêmên din yên Başûrê Kurdistanê rabû. Lehiyê kir ku zirer gelek li xelkê bibe. Piştî lehiyê, şandeyek ji rêveberiya YNK’ê û ji parêzgeha Silêmanî çû wir. Di vê çarçoveyê de çend kampanyayên alîkariyê ji bo mexdûran hatibûn destpêkirin. Yek ji van kampanyayan jî ya parêzgeha Silêmanî bû.
Li benda raporê ne
Waliyê Parêzgeha Silêmanî Heval Ebûbekir, têkildarî kampanyaya ku ji bo mexdûrên lehiyê dane destpêkirin, agahî dan me. Ebûbekir diyar kir ku wan tankêreke neftê ya ji 1200 lîtreyî, mehfûr, betanî, xwarin û pêwîstiyên tendûristiyê yên destpêkê ji bo mexdûrên lehiya Binarê Qendîlê şandiye.
Ebûbekir got, wan ji rêveberiya herêma Raperînê xwestiye ku lîsteyeke tespîta zirer û ziyanan amade bike û ji wan re bişîne û wiha peyivî: “Me ji rêveberiya herêmê xwestiye ku lîsteya sîstema tora avê ku xira bûye, tevna ceyranê, bendav, pirên rûxayî û rêyan ji me re amade bike, da ku em bikarin alîkariyê bişînin. Hikûmeta Herêmê amade ye pere ji bo van zirer û ziyanan veqetîne û van pirsgirêkan çareser bike. Em niha li benda rapora zireran in.”
Hê alîlarî negihîştiye me
Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mihemed Hesen jî da zanîn ku heta niha ti alîkarî ji bo wan gundên Binarê Qendîlê ku agahiya wan jê heye, neçûye û got, “Ew alîkariya ku waliyê Silêmanî dibêje, me şandiye ji mexdûrên lehiyê re hîna negihîştiye destê wan, lê dibe ku ev alîkarî gihîştibe niştecihên bajarokê Sengesera ser bi Raperînê.”
Hesen diyar kir ku şandeyek ser bi îdareya Raperînê serdana cihên lehî li wan rabûyî kiriye û raporek derbarê ziyanan de çêkiriye û wiha axivî, “Şandeyek ji îdareya Raperîn hat ji bo rapora zirer û ziyanan tespît bike. Herçend hîna li gorî tê xwestin karekî dest pê nekiribe jî, lê ji bo vekirina rêyên ku xira bûne û çêkirina xetên ceyranê rêveberiya Raperînê dest bi hinek xebatan kiriye.”
Ji bo alîkariyê jimareyên telefonê
Herçî bixwaze alîkariyê ji mexdûrên lehiyê re bişîne, dikare ji wan hejmarên telefonê, peywendiyê deyne:
Şaredariya Binarê Qendîl: 07708947677
Hewlêr: 07736945757
Silêmanî: 07701564418
Kerkûk: 0770013232245
Raperîn: 07509983793
Germiyan: 07702907764
Şarezûr: 07507370695
SILÊMANÎ / ROJNEWS