Ibrahîmî di axaftina xwe ya li Konseya Ewlekariya Navnetewî de got ku Sûriyeyê hêdî hêdî tê wêrankirin û ev wêranî dê rewşeke aloz ji bo hemû herêmê bi xwe re bîne. Ibrahîmî bang li raya giştî ya navnetweyî kir û got divê civaka navnetewî pisgirêkên di navbera xwe de li aliyekî bihêlin û bilez ji bo çareseriyekê li hev bikin.  Her wiha Ibrahîmî behsa lihevnekirinên civaka navnetewî kir û wiha got: Ev hewldanên me yên ji bo çareseriyê dê biser nekevin heta ku helwesteke hevbeş a konseya navnetewî derbarê çareseryê de neyê pêşxistin.  Ibrahîmî berpirsiyariya wêrankirina Sûriyeyê da ser milê herdu aliyên şer û got ku hem hikûmeta Sûrieyeyê hem jî muxalefeta çekdar di mijara wêrankirina Sûriyeyê de hevkarin.


700 hezar penaber

Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî (UNHCR) 700 hezar Sûriyeyî ji ber pevçûnên li Suriyeyê reviyan welatên cîran.  NY’ê diyar kir ku ev hejmar her diçe zêde dibe.
Ji berdevkên UNHCR’ê Sybella Wilkes  destnîşan kir k udi van hefteyên dawî de hejmara kesên ji Suriyeyê direvin bi rêjeyeke mezin zêde bûye.
Wîlkes da zanîn ku hejmara penaberên ku qeyda xwe li NY’ê çêkirine û yên ku li bende qeyd bibin roja duşemê 703 hezar û 314 bilind bûye. Wilkes da zanîn ku ji bo penaberên Libnanê niha hedefa wan eve ku her meh 45 hezar kesî bikin bin qeydan.  Wilkes da zanîn ku sala borî di vê demê de tenê çend sed kesan her meh qeyda xwe li NY’ê dikir. Li gorî Wilkes di rewşa heyî de her meh 32 hezar kes qeyda xwe li UNHCR’ê dike.
Di meha kanûna 2012’an de NY’ê daxuyaniyek da bû û diyar kiribû ku dê heta meha hezîranê ev hejmar bigihêje 1,1 mîlyonî.  UNHC’ê da zanîn k udi navbera 11 kanûn û 11’ê çile de 100 hezar kes reviyan welatên cîran û Bakurê Afrîkayê û hejmarê 600 hezar derbas kiriye.  UNHCR’ê da zanîn  ku di meha sibatê de ew dixwazin ku  ji Urdunê jî 50 hezarî bikin bin qeydan. 

ŞAM