Parlemana Herêma Başûrê Kurdistanê niha di rewşeke felçbûyî de ye. Ne tenê dema PDK'ê di 12 Cotmehê de rê li Serokê Parlemanê Dr.Yusif Mihemed girt û nehişt biçê meqamê karê xwe li Hewlêrê vê dest pê kir; lê dema ku PDK´ê bi zextê û li derveyê qanûnê hewl da ji bo ku nehêle Parleman karê xwe bike û valatiya bi dawîbûna dema Serokayetiyê herêmê dagire. Hem 38 parlemanterên PDK´ê neçûn salona Parlemanê û hem jî di bin re bi Yekgirtûyê Îslamî re kar kirin ji bo ku hejmara qanûnî ji bo derxistina qanûnên nû ya pêvajoya qanûnî peyde nebe. Hingê Yekgirtûyî Îslamî ku 11 parlemanterê wê hene, 5 rêkirin Parlemanê û 6 jî li derveyî Parlemanê hiştin û di dil xwe de, ya ku ji lîteratûra siyasî ya Başûrê Kurdistanê de jê re tê gotin "Lîstika Demokrasiyê" qaşo pirr jîr tevgeriyane. Bi gotineke din wan hem li nalê xist û hem li bizmêr. Wisa jî bûn sedema sereke ya vê xetimandin û kûrkirna kirîzê, ji ber ku PDK´ê hin kursî û cih dan wan di rêvebirina Duhokê de.
Bi vî rengî PDK di parçekirina eniya gohartina bingehîn de di nava xwe de serketî ye. PDK bi vê bes nedît, dema hîs kir ku ev bere wê israr bike li ser gohartinê û gel jî bi xwepêşandan û daketina kolanan wê pişta wê bigire, vê carê derbeya 12 Cotmehê xist dewrê. Niha hem Hikûmet û hem jî Parlemana Herêma Kurdistanê fiîlî hatiye felckirin. Ev gavên dij-demokratîk li ber çavên hemû cîhan û herêmê hatkirin lê ne ji alî hikûmeta Iraqê û ne ji alî hêzên navnetewî ve zêde nerazîbûn nedît , heta ji alî rêvebiriya Emerîka ve weke pirseke navxweyî hat binavkirin.
Ji vê gavê bi tehlûketir ew e ku PDK ev gavên ku ber bi kirîzeke kûrtir davêjê, weke tehParleman lûkeya Gorranê li ser ewlekariya Başûr dibînê û di nava gel de jî weke nakokiyên xwe bi Gorran re jî dixwazê bide nîşan.
Lê nakokî û kêşmekêşa rastî ew e ku civak û bereya ku guhartin û sîstema Parlemanê dixwaze û li hemberê PDK ya ku bi mentiqa hêza serbazî, çek û pere sîstema Serokayetî dixwaze.
PDK şewitandina çend sazî û kuştina 2 endamên xwe kir behane lê hîn jî lêkolîneke cidî nehatiye kirin ku kîn di dema xwepêşandanên gel de ev tişt kiriye. Doh jî dimenek li çapemenî û çavkaniyên Başûr hat weşandin, di wî dîmenî dexuya dibe ku PDK bi xwe gule berdaye endamên xwe û kûştiye, eger lêkolîneke cidî û serbixwe were kirin û rastiyên piştî van dîmenan werin piştrastkirin, wê demê diyar dibe ku PDK dezgeh û komployeke cidî gerandiye ji bo derxistina Gorranê ji hikûmetê û di şexsê Gorranê de jî peyamê dide her kesê ku Kursiya Serokê Herêmê ji bo wan xeta sor e, axaftin li ser hatinên ji Petrolê ji bo wan xeta sor e, kes nikarê ji wê xetê derbas bibe. Niha hewildanên wan ew in ku li Parlemana Iraqê jî pêşî li Gorranê bigirin. Lê ev heya kengê û dikarê vê tiştê heya dawî bi ser bixe, bêguman bersiv wê "na" be.
Weke ku Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, di hefteyên pêş de wê hin tişt zelal bibin, wer xûya ye ku her tişt li benda hilbijartinên Tirkiye û encamên wê ma e, eger AKP bi ser keve û sîstema dixwaze ava bike, wê hîn zêdetir destê PDK´ê xurt bike li hemberî neyarên wê, lê ev ê ne demdirêj be. Lê eger AKP carêke din bi bin bikeve, guhartinên mezin wê di herêmê de derkevin holê û PDK ya ku hemû hêkên xwe xistina selika AKP´ê wê zêde nikaribe li hemberî zextên hundur li ber xwe bide, nexasim niha PDK ji bo ku ji kirîza hundurîn ya Başûrê Kurdistanê derkeve careke din berê xwe dide Baxdayê da ku çareseriyê bibîne. Ev gav di demêkê de ku Serokwezîrê Iraqê Hayder Al-Abadî dest bi gavên mezin yên reforma hundur kiriye û her roj jî ji alî dost û neyarên xwe ve jî tê pêşwazîkirin.
ji bo ku Bereya Demokratîk ya Başûrê Kurdistanê bi hêza gel were xurtkirin, gavên ku hêzên demokratîk û azadîxwaz bavêjin ew in ku projeyên demokratîk bi pêş bixein. Van rojên dawiyê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê projeyeke guhartina bingehîn îlan kir lê tişta esasî ew e ku divê Tevgera Azadî xwe bi tenê nehêle û bi her kesî û hêza guhartinxwaz re bikeve nava tevgerê, bi taybetî jî bi civakê re.
Ev ne cara yekemîn e ku Tevgera Azadî Civaka Kurdistanê projeyan pêşkeş dike, lê tenê îlankirina projeyan ne bes e, birêxistinkirina Civakê tişta herî sereke ye li dora vê projeyê.