Boykot li navenda bajarê Helebce, navçeyên Şarezûr, Seyîdsadiq, Çemçemal, Pêncûwên yê Silêmaniyê û yên qezaya Kelar a girêdayî Germiyan bê navber li dar e. 

Yekîtiya Mamostayan Şaxa bajarê Helebce û navçeyên Seyîdsadiq, Şarezûr, Pêncûwên û Çemçemal ên girêdayî Silêmaniyê boykota çûna ser kar berdewam kirin û gotin heya mûçeyê wan neyê dayîn, wê boykotê bidomînin.

Karmendên şaredarî û dadgeha navçeya Seyîdsadiq, Pêncûwên û Şarezûr diyar kirin ku heya hikûmet û aliyên peywendîdar li hemberî daxwazên wan bêdeng û xemsar nêzîk bibin wê boykota wan berdewam bike.

 

‘Em ne xwedî şîrketin’

Endamê rêveberiya şaredariya navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê Ebûbekir Necmeddîn diyar kir Hikûmeta Herêma Kurdistanê naxwazin guhdarî daxwazên wan bike û got: “Tenê tişta ji destê me tê boykota çûna ser kar e. Ji ber em ne xwedî şîrket in û ti alternatîfek din ê debara me ya jiyana rojane nîne. Em nikarin weke rayedarên asta jor bijîn. Ji bo wê jî heya niha ne ti aliyên peywendîdar û ne jî ti berpirsekî guhdarî daxwazên me nekirine.”


Şifêrên ambulansan kar nekir

Şifêrên ambulansên nexweşxaneya Şehîd Hejar a qezaya Kelar ji ber newergirtina pereyê hatinçûnê dest bi boykota kar kirin.

18 şifêrên ambulansên Nexweşxaneya Şehîd Hejar a Kelarê û li gel 24 alîkarên doktorên qezayê ji ber newergirtina pereyê hatinçûnê, dest bi boykota kar kirin. Xebatkarên nexweşxaneya Şehîd Hejar diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk neyê ewê neçin ser kar.


8 çalakvan hatin girtin

Li bajarê Hewlêr polîsan êrîşî 8 kesên ku amedakariya xwepêşandanê dikirin, kirin û girtin bin çavan.  Doh wê li Hewlêrê ji bo negirtina mûçeyan li ber Parka Samî Ebdurahman xwepêşandanek bihata lidarxistin. Beriya xwepêşdanan destpê bike, polîsên  êrîşê çalakvanên amadekariya xwepêşandanê kirin kir û 8 kes binçav kirin. Dema me nûçe amade dikir, 8 kesên ku ji aliyê polîsên Hewlêrê ve hatibûn girtin, nehatibûn berdan. 


 ROJNEWS/SILÊMANÎ