Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, qeyda dengê bersûcê komkujiya Parîsê Omer Guney nirxand. Kartal diyar kir ku bi vê qeyda deng re lêpirsîna Parîsê ketiye pêvajoyeke nû û got, "MÎT, lewma hikûmeta AKP yekser gumanbarê vê cînayetê ne". Yek ji hedefa plana sûîkastê ya di qeyda deng a şeva 12'ê Çileyê hat weşandin Serokê Kongra Gel Remzî Kartal e. Kartal diyar kir ku divê edaleta Fransa der heqê Omer Guney ê weke kujer hatiye bikaranîn, lêpirsîneke nû bide destpêkirin. Kartal anî ziman ku merheleyeke nû derketiye holê û destnîşan kir ku krîza navbera AKP û Cemaetê wê kûrtir bibe.


Pêvajoyeke nû destpêkir

Kartal anî ziman ku bi vê qeyda deng de derheqê cînayeta Parîsê de pêvajoyeke nû destpê kir û wiha got: "Heta roja îro tevgera me, gelê me der heqê cînayeta Parîsê de dewleta Tirk berpirsyar didît û timî diyar dikir ku hin hêzên navneteweyî piştgirî dane. Di vê mijarê de, di serî dadgeha Franasyê hemû derdorên pêwendîdar dan xuyakirin ku wan alîkarî nedane Tirkiyeyê, lewma di berfirehkirina lêpirsînê de ew zehmetiyan dikşînin û nikarin encamê bi dest bixin. Êdî bi vê qeyda deng re ev sedem hemû yekser ji holê rabûn. Hikûmeta Fransa, bi taybetî jî edaleta Fransa pêwîste di vê çarçoveyê de der heqê vî kesê ku weke kujer hatiye bikaranîn lêpirsîneke nû bide destpêkirin û û di vê çarçoveyê de hemû agahiyên der heqê MÎT an jî ew kesên kujer behsa wan dike, werbigire."

AKP yekser gumanbar e
Kartal derbarê hewldana hikûmeta Tirkiyê û MÎT´ê de jî agahî dan û anî ziman ku heta roja îro der heqê vê bûyerê de neketine nava lêkolîneke cidî. Kartal axaftina xwe wiha domand: "Eger MÎT, hikûmeta AKP ne di nava vê komkujiyê de be, hingî divê teqez agahiyên di destê xwe de, yên der heqê Omer Guney, der heqê têkiliyên Omer Guney ên li Enqereyê de bi dadgeha Fransa û raya giştî re parve bike. Hikûmeta AKP ya ku di mehên dawî yên sala 2012'an de bi Rêber Apo re dest bi hevdîtinan kir û pêvajoya çareseriyê destpê kir, ancax bi vî rengî karibe îspat bike ku ne di nava vê komkujiya Parîsê de ye."

Tîmên reşkujiyê
Derbarê tîmên reşkujiyên yên dewleta Tirk de jî Kartal anî dan û destnîşankir ku wan beriya niha ev ji raya giştî re eşkere kiribûn û got: "Piştî hilbijartinên 2011'an hikûmeta AKP'ê li dijî tevgera me dest bi şerekî giştî yê berfireh kiribû. Me bihîstibûn ku wê hingî li welêt li dijî rêveberiya tevgerê, li Ewropayê jî li hemberî hin şexsên di asta rêveberiya tevgerê de ye, hewldanên bi vî rengî yên sûîkastê werin kirin.
Bi qeyda deng a Omer Guney re êdî ev yek piştrast bûye û li xwe mukur hatin.Ronîkirina van cînayetan pêwendiya xwe yekser bi pêvajoya çareseriyê re heye. Mîna ku Rêber Apo dibêje, bi muzakereyan re bingeheke rast a diyalogê dikare were danîn û ji bo çareseriyê gavên berçav bên avêtin. Ji ber vê yekê li aliyekî hem wezîfe dikeve ser milê hikûmet û edaleta Fransayê li aliyê din jî dikeve ser milê hikûmeta AKP'ê."

 ANF/BRÜKSEL