Komela Îslamî di hikûmetê de wezîr û desteyeke wan heye. Yekgirtû jî xwedî 3 wezîr û desteyeke di kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye. Wezareta Kar û Barên Civakî, Mihemed Hawdiyanî, Wezîrê Herêm ji bo Kar û Barê Parlamentoyê Mewlûd Bawe Mûrad, Wezîrê Herêm Ji bo Kar û Barê Jîngehê, Ebdulrehman Ebdulrehîm, Her wiha Desteya Giştî ya Herêmên Kurdî yên derveyî Herêma Kurdistanê, Nesredîn Seyîd Sindî di destê Yekgirtûya Îslamî de ne. Wezîrê Enerjî, Selahedîn Babekir jî roja 03.01.2016’an ji kar îstifa kir ku ew jî ser bi Yekgirtû bû.

Berpirsê Peywendiyên Komela Îslamî, Selîm Koyî der barê mijarê de ji RojNews re axivî û got: “Komela Îslamî wê mijara vekişîna ji hikûmetê nîqaş bike. Wê careke din mijarê di ber çavan re derbas bike.”

Selîm Koyî dazanîn ku Komela Îslamî di wê baweriyê de ye ger hikûmet bi vî awayî bimîne, ti wateya wê nîne ku ew wek partî di nava hikûmetê de cih bigirin.

Beriya niha jî Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê, Ebdulsitar Mecîd ku parlamenterê Komeley Îslamî ye, ji ajansa me re axivîbû û gotibû: “Komeley Îslamî mijara vekişîna ji hikûmetê nîqaş dike. Vekişîna min wek wezîr ji hikûmetê hêsan e.”

Bi vekişîna van her du partiyan ji hikûmetê, tenê YNK û PDK di nava hikûmetê de dimînin. Ji ber ku beriya niha bi biryara Serokê Hikûmetê yê PDK´yî Nêçîrvan Barzanî, wezîrên Tevgera Goran ji wezaretan hatin dûrxistin.

Kabîneya 8. a hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 19 wezaretan û çend desteyan pêk tê û ew jî li PDK, YNK, Goran, Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî hatine dabeşkirin.


 HANA AZAD / HEWLÊR / ROJNEWS