Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê qetilkirina sê jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîsê pêk hat şermezar kir û daxwaza sersaxiyê kir. Barzanî ji dewleta Franse xwest ku bûyer were ronîkirin û hêvî kir ku ev yek li pêşiya pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyeyê nebe asteng.

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye: “Gelek bi mixabinî nûçeya terorkirina sê jinê çalakvanê Kurd (Sakine Cansiz û Fidan Dogan û Leyla Şaylemez) gihîşt me ku li roja 10/01/2013 li encama kiryareke terorîstî li Parîs jiyana xwe ji dest dan.  Li demek de bi tundî terorkirina van çalakvanên Kurd şermezar dikîn, heman demî de hevxemî û serxweşiya xwe bi kesukar û rêheval û hevsengerên qurbaniyan radigihînîn."
Di peyamê de ji hikûmeta Fransayê hate xwestin ku bi ser bûyerê de biçe, kujeran û hêzên li pişt vê tevkujiyê aşkere bike.

Ji serokatiya parlamentoyê daxuyanî

Nerazîbûnek jî ji Parlementoya Herêma Kurdistanê hat. Parlementoyê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir û xwest demek beriya demekê were ronîkirin. Serokatiya Parlementoya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku “Parlementoya Kurdistanê terorkirina sê jinên Kurd li Parîsê bi tundî şermezar dike” û bang li rayedarên Franseyê kir ku demek zû komkujiyê ronî bike û berpirsên komkujiyê aşkere bike. Peyama Seroketiya Perlemantoya Kurdistanê wiha ye:  “Seroketiya Parlementoya Kurdistanê vê êrîşa terorîstane ya ku li dijî her sê xebatkarên jin pêk hatiye şermezar dike, sersaxiyê û dilsoziya xwe pêşkêşî rêheval  û malbatên qurbaniyan dike. Her wiha Perlemantoya Kurdistanê aliyên ku li pişt lidarxistina vê êrişa terorîstane bi tundî şermezar dike, di heman demê de bi hêvî ye ku ev bûyera bi êş, bandora xwe neavêje ser hewildanên destpêkirina pêvajoya diyalog ya ji bo çareseriya aşitiyan ya pirsa Kurd li Tirkiyeyê."

'Êrîş li dijî aşitiyê pêk hatiye'

Endamê Polîtburoya YNK’ê û Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih bi peyamekê komkujiya li Parîsê şermezar kir û diyar kir ku ev komkujî li hemberî aşitiyê de pêk hatiye. Dr. Berhem Salih di peyama xwe de got: “Ew kiryara terorkirina sê jinên çalakvanên Kurd cihê xemgîniyeke kûr e û pirsnîşaneke mezin e. Hewwleke ji bo terorkirina aştiya di navbera PKK`ê, BDP`ê û hikûmeta Tirkiyeyê de ye.”
 Salih da zanîn ku ew piştgiriyê didin çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane û vê bûyera “terorîstî” şermezar kir. Salih ji rêheval û xizmên qurbanîyan re sersaxî xwest û ji dewleta Franse xwest ku di demek zû de vê komkujiyê ronî bike.  

 HEWLÊR/SILÊMANÎ