Rojnameya El Pais a Spanî, behsa jinên DAIŞ´î yên QSD´ê ew girtin, nûçeyek belav kiriye û dibêje, ew di navbereke teviza hiqûqî de girtîne. Ev jinên hanê Yolanda Martínez, Luna Fernández û Lubna Miludi ne. Rojnamevana El Pais Natalia Sancha bi wan re peyiviye. Ew dibêje, ew jin li kampên penaberan tên ragirtin, û ew li bendê ne ku beryarek bê dayîn ku karibin li Spanyayê vegerin.

Rojname dibêje bi tenê 3 jinên DAIŞ´î hene ku dibêjin ew Spanî ne û ew bi 15 zarokan re demeke dirêj li kampa Hol ragirtî mane û niha êdî li kampeke din in.

Luna Fernández Grande li Madrîdê sala 1989´an ji dayik bûye. wexta 1´ê Adarê ew anîn kampa Holê ew 5 mehî bi bar bû û 8 zarokên din jî pê re bûn. 4 jê yên wê ne û 4´ê din jî yên jina duyem ên mêrê wê ne. Mêrê wê li Sûrî di şer de hatiye kuştin.

Ya din jî Yolanda Martínez Cobos e ku li Madrîdê sala 1985´an hatiye dinê. Ew tevî 4 zarokan hatiye û mêrê wê yê Spanî ku niha di hepsên rêveberiya xweser de ye.

Piştre jî Lubna Fares hatiye cem wan, ew sala 1979´an li Fasê ji dayik bûye. Tevî ku îdîa dike ew welatiya Spanyayê ye jî pasaporteke Fasê pê re heye. Her sê zarokên wê bi xwe Spanî ne, ji ber ku bavê wan welatiyekî Spanyayê bûye ku di şer de li Sûriyeyê li gorî îdîaya wê hatiye kuştin.

 

Ji Holê birin kampên din

Rojname bi bîr dixe ku Spanya jî weke welatên din ên Ewrûpî naxwaze DAIŞ´iyan li xwe vegerîne, ji ber ku ditirse, nikaribe wan bi têr delîl dadgeh bike û bixe hepsê. Rojname bi bîr dixe ku hin welat, welatiyên xwe yên zarok û sêwî vedigerînin çawa ku hefteya bihurî Belçîkayê 5 welatiyên xwe anîn û piştî ku Fransayê 17, Swêdê 7, Norwêcê 5 û Holandayê 2 welatiyên xwe yên zarok vegerandin.

Ji rojnameyê re berpirsê xwerêveberiyê Abdulkerim Omar peyiviye: “Hikûmeta Spanyayê têkilî bi me re danaynîne ji bo welatiyên xwe li xwe vegerîne.”

Dapîra 4 sêwiyên ku Luna Fernández Grande li wan dinihêre, hewl daye agahiyekê ji rayedarên Spanî wergire, lê rayedaran her xwe kerr kiriye. Axir niha didu ji van jinan tevî 11 zarokan li Kampa Roj in û ya din jî li kampeke din e. Hikûmeta Spanyayê ne li sêwiyên xwe û ne jî li dê û zarokên xwe xwedî derdikeve.

 

MADRÎD