Piraniya herêmê bi darên zeytûnê hatine çandin û hejmara darên zeytûnê bêtirî 10 milyon dar in. Firehiya herêma Efrînê 202 hezar hiktar û tevahî herêmê ji bo çandiniyê guncaw e. Darên zeytûnê li tevahî herêmê tên çandin û navçeya Cindirêsê devera sereke ya çandina darên zeytûnan e. Li Cindirêsê 2 milyon û 275 hezar û 560 dar in. Li navçeya Şera 543 hezar û 189 dar in. Li navçeya Mabeta milyonek û 493 hezar û 180 dar in. Li navçeya Bilbilê 848 hezar û 869 dar in. Li navçeya Şiyê 493 hezar û 179 dar in. Li navçeya Şêrewa jî 351 hezar û 675 dar in û li navçeya Reco jî 298 hezar û 436 dar in.
Piraniya welatiyên herêma Efrînê debara xwe ji zeytûn û rûna zeytûnan werdigirin. Demsala jêkirina zeytûnan ji meha Îlonê ve dest pê dike û li gorî başbûna hilberînê û rewşa hewayê heta dariya meha Sibatê didome. Bi hezaran welatiyên herêmê di karên jêkirina zeytûnan de dixebitin. Her wiha li herêmê bêtirî 360 fabrîkeyên çêkirina zeytê hene û piraniya wan jî yên pêşketî ne.
Kêmbûna baranê û pêlên seqemê hilberînê kêm dike.
EFRÎN