Azîz OGUR
Li Tirkiyeyê hilbijartinên dîrokî pêk tên. Hilbijartin ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ew ê ji bo herêma Rojhilata Navîn jî destpêkeke nû bin.
Di vê serdemê de ku rejîmên dîktatorî yek bi yek ji holê radibin, li Tirkiyeya mîna pira di navbera Ewrûpa-Asyayê de rêveberiyeke faşîzan bi hevkariya AKP-MHP’ê hatiye avakirin û li ser desilatdariyê ye. Polîtîka, kirin û rêbazên tên meşandin tên wateya bilindkirina lutkeya herî jor a faşîzmê ye. AKP-MHP’ê ev hilbijartin ji bo fermîkirin, mayindekirina faşîzmê li ser civaka Tirkiyeyê ferz kirin. Di şert û mercên faşîzmê de, di atmosfera OHAL’ê de ya ku her tişt di bin xizmeta desilatdariyê de ye, çûyina hilbijartinê bêgûman derfetên muxalif û dijberên AKP’ê kêm dike.
Jixwe, sedema kirina hilbijartinan a di vê demê de jî ew e ku AKP-MHP rê li têkçûna xwe bigirin û temenê xwe dirêj bikin.
Bi rêya qeyûman hemû sazî, şaredarî û destketiyên Kurdan hatine desteserkirin. Bi hezaran siyasetvanên Kurd di zîndanê de ne. Ragihandina Tirkiyeyê bi giştî di xizmeta AKP’ê de ye. Deng û hewldana li dij desilatdariyê tê fetisandin. Hemû derfetên dewletê di xizmeta desiladariyê de tên bikaranîn. Yanî bi giştî navlêkirina rewşa heyî weke ‘faşîzm’ di cî de ye.
Di pêvajoyeke evqasî giran de kirina hilbijartinan ji bo dijberên faşîzmê, hêzên demokrasiyê û gelê Kurd ne hêsan e.
Lê belê li aliyê din, her tişt li gor dilê AKP-MHP’ê jî naçe. Jixwe, heger ne wisa bûna pêwîstî bi hilbijartinan nedidîtin. Faşîzm êdî têk diçû. Ji ber polîtîkayên şer, aborî têk çûye. Îmaj û prestîja Tirkiyeyê li meydana navneteweyî ji her dema dîrokê xirabtir e. Êdî navê dewleta Tirk û dîktotorî, rêxistinên terorîst bi hev re têne bilêvkirin.
Her wiha di hundir de jî tevî polîtîkayên çewisandin, êriş heta komkujiyan jî gelê Kurd li îradeya xwe xwedî derket. Pîrozbahiyên Newrozê, tevgera gerîlayan û çalakiyên bi bandor, berxwedana Efrînê û neçûna serî ya hesabên AKP-Erdogan li ser Rojavayê Kurdistanê, van tevan faşîzma AKP-MHP’ê ber bi krîzeke mezin ve bir.
Her çiqasî AKP-MHP bi hêz û mîna ku hertişt di bin hakîmiyeta wan de ye xuya dikin jî di rastiyê de ne wisa ye. Hemû hesabên wan li ser dek-dolabên hilbijartinê ne. Dizanin ku civaka Tirkiyeyê ji wan bêzar bûye.
Tevî girankirina nîrê faşîzma li ser civakê, xabata wan a herî girîng şerê psîkolojîk e. Anketên sexte yên mîna ku dengê wan di ser ji sedî 54´an re ne, belav dikin. Bi israr qala wan proje û xebatan dikin ku piştî hilbijartinê qaşo wê bên kirin. Yanî di hiş û mêjiyê civakê de ji aliyê psîkolojîk ve serketina xwe misoger dikin. Di rewşeke wisa de manupulekirin yan lîstina bi encamên hilbijartinê wê hêsan be.
Mirov dibîne ku heta radeyekê di vê propogandaya teknîka şerê taybet de serketî ne jî. Gelek kes ji ber vê yekê hilbijartinan ‘bêwate’ dibînin. Ev kesên bi hêza xwe û hêza civakê ne bawer, dibêjin; “em çi bikin jî encam nayê guhertin. AKP hertişt xistiye destê xwe û wê encameke li gora xwe derxe. Kes jî nikare tiştekî bibêje.”
Di pêvajoya em tê de, xetera herî mezin ev halê derûnî ye. Dema mirov bi xwe ne bawer be, yan encam ji destpêkê ve qebûl kiribe, pêwîstiyê bi têkoşînê jî nabîne. Pêwîst e li pêşiya wan kesan ku li ser navê eniya demokrasî û azadiyê li dij dîktatoriyê têdikoşin, erk be, ew beriya her tiştî vê derûniyê biguherin.
Şert û mercên têkbirina faşîzmê ji her demê bêhtir in. Faşîzm di nava krîzê de ye. Lewra tevî dek-dolap û zextên dimeşînê jî têkçûna wê mumkin e.
Berovajî derûniya ‘nabe-vala ye-bêwate ye” li gor baweriya min a ku vê hilbijartinê watedar û girîng dike, atmosfera giran û têkoşîna li dij faşîzmê ye.
Her deng xwedî wateyeke mezin e. Her mirovê bi xwe bawer, çûyina ser dandoqê û dayina dengê li dij faşîzmê pêwîst e ku mîna rûxandina kevirekî ji hîmê sîstema faşîst bibîne.
Serketin ji her demê nêzîktir e. Lê belê mirovên xwedî rûmet encam çi dibe bila bibe, helwêsta xwe nîşan didin. Em bihesibînin ku ev mirov mafdar in, AKP-MHP derfetê nade. Gelo teslîmbûna vê rewşê baş e yan bi deng û helwêsta xwe sekna li dij wê?
Mîna fenomen mirov dikare mînak bide; Dema Hz. Îbrahîm ji aliyê Nemrût ve li Rihayê avêtin nava agir, çûkê beytik ava dikire nava nikilê xwe diavêt ser agirê mîna çiya mezin. Di heman demê de gumgumokê jî pif dikir da agir gurr bibe.
Ne bi ava nava nikilê beytik agir vedimirî, ne jî bi pifa gumgumokê geş dibû; lê belê her yekî ji wan aliyê xwe diyar dikir.
Hilbijartina 24’ê Hezîranê - li Ewrûpayê 7-19’ê Hezîranê- beriya her tiştî hilbijartina vîjdan e.
Herkes divê aliyê xwe diyar bike: Faşîzm, dîktatorî an demokrasî û azadî… Hilbijartin a wijdan e

Herkes divê aliyê xwe diyar bike: Faşîzm, dîktatorî an demokrasî û azadî…