Di hilbijartinên Iraqê de encamên kes nelibendê, derdikevin holê. Du lîsteyên ku li dijî sîstema heyî muxalefetê dikin, li gorî encamên ne fermî serketî bûn. Li gorî encamên ne fermî tevgera yek ji rêberên dînî yên şîiyan Muqteda el-Sadr ku bi komunîstên Iraqê re li dijî dizî û gendeliyê koalisyon çêkir, li 6 parêzgehan bû yekemîn, li 4 parêzgehan jî bû duyemîn ku Iraq tevde ji 18 parêzgehan pêk tê. Partiyên Kurdan bixwe îdîayên dizî û sextekariya dengan dubare kir û got, li Başûrê Kurdistanê encamên heyî ne rewa ne. Encamên surprîz ên hilbijartina Iraqê Tifaqa Saîrûn/Tevgera Şoreşgeran ku lîderê Şîî Muqteda eêl-Sadr û komunîstan li dijî gendeliyê ava kir, li 6 parêzgehan di rêza yekemîn de ye û li 4´ên din jî di rêza duyemîn de ye. Yek ji herêmên ku ev tifaq lê li pêş e, paytext Bexda ye. Lîsteya Fetîh a hêza berê ya milîs a Haşdî Şabî, li çar wîlayetan li pêş e. Li şeş wîlayetan jî di rêza duyemîn de ye. Ebadî ji bilî Nînovayê li ti wîlayetan nebû yekemîn Lîsteya Serokwezîr Haydar El Ebadî ku civaka navneteweyî piştgiriyê dide wê, ji bilî wîlayeta Nînovayê li ti wîlayetan nebû yekemîn. Destpêkê gelek berpiryarên siyasî îdîa kirin ku lîsteya Serokwezîr li pêş e û îdîa kiribûn ku vê lîsteyê 60 kursî bi dest xistine. Li gorî encamên hatin eşkerekirin, dibe ku ev yek biguhere. Ji ber ku di nava encamên hatine eşkerekirin de dengên hêzên ewlekariyê û milyonek dengên Iraqiyên li derveyî welat nînin. Tevlîbûna li vê hilbijartinê di asta rekorê de kêm bû. Hate eşkerkirin ku rêjeya tevlîbûnê 44,52 ji sedî ye. Ji sala 2003’an dema hilweşandina rejîma Sedam û vir ve cara yekemîn e ewçend tevlîbûneke kêm çêdibe. 6 partî encamên hilbijartinê qebûl nakin Her wiha doh li baregeha Heypeymana ji bo Demokrasî û Edaletê ya bajarê Silêmanî, Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Îslamî, Tevgera Gorran, Hevpeyman, Tevgera Îslamî û Hizba Komunîst kom bûn. Piştî civînê daxuyaniyek hevbeş dan çapemeniyê. Civîna 6 partiyan a li bajarê Silêmanî bi dawî bû û piştî civînê her şeş aliyan diyar kir ku ew encamên hilbijartinê yên derketine, qebûl nakin. Nifşê Nû: dest werdan hilbijartinan Tevgera Nifşê Nû jî encamên ne fermî yên hilbijartinê qebûl nake û dibêje, “Ew encama ku Komîsyona Hilbijartinê radigihîne ti peywendiyek bi hejmara rasteqîne ya dengdanê re nîne, dest werdane dengan.” Li Şengalê Teqaddim bi ser ket Li Şengalê tevî ku hîna dengên ji derveyî Iraqê nehatine hejimartin, ya xuya dike ew e ku lîsteya Partiya Siberoja Êzîdiyan (lîsteya Teqaddim) bi ser ketiye. Kotaya Êzîdiyan heger encam fermî bibe wê ji vê lîsteyê biçe lîsteyê re ku jê di rêza yekem de Saib Xidir Naîf û di rêza duyem de Naif Xelef Seydo hebûn. PADÊ di hilbijartinan de rêjeyeke baş a dengan wergirt, lê bi ser neket. Hîna rayedarên PADÊ der barê hilbijartinan de ti daxuyanî nedane. NAVENDA NÛÇEYAN