Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Cizîrê têkildarî xebatên hilbijartinan li herêmên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê civînek li dar xist.
Civîn li salona civînan a Meclîsa Qanûnsaz a Kantonê ya li bajarê Amûdê hate lidarxistin. Endamê Rêveber ê TEV-DEM´ê Aldar Xelîl, Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo, û endamên Meclisa Qanûnsaz beşdarî civînê bûn.
Civînê bi rêzgiritinê dest pê kir û paşê hevserokên Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Cizîrê Hekem Xelo û Nezîra Gewriya civîn bi rêvebirin û naveroka civînê dane xûyakirin.
Di dewama civînê de Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Aldar Xelîl got, hevdîtina Astana ku qaşo bi armanca pêkanîna ewlekariya herêmê ne, têk çûne û wiha peyivî: ʺDivê hemû pêkhateyên Sûriyê bi yek dengî xebatên xwebirêveberinê bikin û bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin.ʺ
Dor li Reqayê hatiye girtin
Xelîl, her wiha Hemleya Reqayê jî bi bîr xist û wiha dewam kir: ʺHemleya Reqayê serketî derbas dibe. Gelek herêm hatine rizgarkirin û şervanan dor li Reqayê girtiye.ʺ
Aldar Xelîl di dawiya nirxandinên xwe de got, Fedraliya Bakurê Sûriyê dê bi rêveberiya hemû civakê pêk were û her kes di nav de cih digirin. Pişt re di aliyê siyasî de bersiva pirsên beşdaran hat dayîn.
Di dewama civînê de mijara hilbijartinên Federaliya Demokraîtk a Bakurê Sûriyê hate vegotin û hat vegotin, ka mafê kê ye dengê xwe bide û kî dengê xwe nade. Di heman demê de mijarên erka xweparastinê di Federaliyê de jî hatin nirxandin.
Di dawiya civînê de hemû beşdaran nihêrînên xwe yên derbarê mijaran de anîn ziman.
ANHA / AMÛDÊ