Li ser hilbijartinên parlemanê yên ku rejîma Sûriyê bi rê ve dibe hem aliyê Kurd, hem MSD û hem jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) daxuyaniyên mîna hev dan: Hilbijartinên rejîmê ne rewa ne. 

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku hilbijartinên Parlamena Sûriyeyê ku rejîm xwe jê re amade dike, ne rewa ne û bang li civaka navneteweyî kir ku vê hewldanê rawestîne.

Desteya Serokatiya MSD´ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û helwêsta xwe ya derbarê hilbijartinên Parlamena Sûriyeyê de ku tê payîn sibeha 13’ê Nîsanê pêk bên, ji raya gîştî re diyar kir. Desteyê di daxuyaniya xwe de êrişên tên ser Şêx Meqsûdê jî bi bîr xistin.


'Di çaresernekirinê de bi israr in'

Di daxuyaniya Desteya Serokatiya MSD’ê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku heta niha di aloziya Sûriyeyê de ti gava erênî ya çareserî û guherîna demokratîk a li gorî hêvî û daxwazên gel pêk nehatiye û weha hat gotin: "Di heman demê de mudaxeleya hêzên derve li Sûriyeyê, alozî kûrtir kiriye. Herdu aliyên ku şerê desthiladariyê dikin di siyasetên xwe yên şovenîst de bi israr in û herdu jî ji bo parastina şeklê desthiladariya heyî di nav hewldanan de ne. Di demekê de ku şandeyên rejîmê û mixalefeta Riyadê li Cenevreyê şerê desthiladariyê dikin, rejîma Sûriyeyê li hundirê welat amadekariyên hilbijartinên Parlamena Sûriyeyê dike. Gelê Sûriyeyê jî mîna berê li derveyî van gavavêtin û pêşketinan hatiye hiştin. Rejîma Sûriyeyê dixwaze bi riya van hilbijartinan demê qezenc bike û hewl dide bi vê yekê rewatiyê bi riyên ne fermî bidest bixe. Ev hewldan destnîşan dike ku ew di polîtîkaya çaresernekirinê de bi israr in."


MSD´ê banga boykotê kir

MSD´ê diyar kir ku hilbijartinên rejîmê ne rewa ne û bang li gel kir ku van hilbijartinan red bike û boykot bike. MSD´ê her weha bang li civaka navneteweyî jî kir da ku vê hewldanê rawestîne. Daxuyaniyê weha dewam kir: "Divê hemû alî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bixebitin. Ev yek jî tenê bi riya tevlîkirina nûnerên rast ên gelê Sûriyeyê ji danûstandinên Cenevreyê re dikare pêk bê."


Ji bo xurtiyê sivîlan dikujin

MSD´ê di pêvajoya hevdîtinên Cenevre 3 de êrişên li dijî taxa Helebê Şêx Meqsûdê bi bîr xistin û got, "komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê di nav bêdengiyeke navneteweyî de bi çekên qedexekirî êrişî sivîlên taxa Şêx Meqsûd dikin. Armanca van êrişan tê zanîn, ev kom dixwazin hesabên xwe ji hev derxînin û hêza xwe ya li ser maseya danûstandinan zêde bikin û vê yekê bi riya rijandina xwîna sivîlan pêk tînin."

MSD´ê got, “rewatiya van hêzan nemaye û nikarin nûnertiya muxalefeta Sûriyeyê bikin, nexasim piştî kiryarên hovane yên dijî sivîlên herêmê. Di dawiyê de, em bang li Kordînasyona Şopandina Agirbesta Sûriyeyê û Konseya Ewlekariyê dikin ku berpirsyariya xwe ya exlaqî li pêşberî komkujiya Şêx Meqsûd bi cih bîne û êdî bêdeng nemîne."


DYE´yê hilbijartin weke neqanûnî nirxandin 

Li aliyê din, berdevkê Wezareta Derve ya DYE´yê Mark Toner jî got, hilbijartinên parlamena Sûriyeyê, ne qanûnî ne. Toner derbarê hilbijartinên parlamena Sûriyeyê de ku îro ango 13’ê Nîsanê pêk tên, di civîneke çapemeniyê de axivî û got: "Em van hilbijartinan neqanûnî dihesibînin. Ew vîna gelê Sûriyeyê temsîl nakin" 


 QAMIŞLO