Mihemed diyar kir ku armanca wan ew bû ku berî sersalê Meclîsa Biryargirtina Qanûnan kom bike, lê ji ber ku hin endamên meclîsê çûne civîna Hewlêrê ev xebat wê hinekî dereng bikeve. Mihemed bal kişand ser ser aloziya Sûriyê ya ku nediyare wê çiqasî berdewam bike û destnîşan kir ku ji ber valatiya ku di rêveberiyê de heye gelek pirsgirêkên gel nikarin werin çareserkirin ji bo vê divê her herêmek rêveberiyên xwe ava bikin. Mihemed anî ziman ku ew jî ji bo herêma Rojavayê Kurdistanê bi vê yekê  rabûne û got: "Bi dîtina me dewlet û neteweyên herî pêşketî yên li cîhanê, yên xweserî esas girtine ye. Heta ku di her kantonekê de bi awayekî demokratîk hilbijartin bên çêkirin wê pêwîstiya me bi Meclîsa Biryargirtinê ya Demkî hebe."  


Rêveberiyek demokratîk û wekhev
Mihemed da xuyakirin ku cudabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji rêveberiyên din  ewe ku ne ji jorê ber bi jêr ê, lê ji jêr ber bi jorê ve ye, ango tevahiya niştecihên herêmê raste rast nûnertiya xwe tê de bikin. Mihemed da zanîn ev yek jî dihêle ku rengê rêveberiyê demokratîk, wekhev be û rasterast nûnertiya gelan bê avakirin. Mihemed got:" Di tevahî sîstemên rêveberiyên hene de neteweperestî û zayendperestî desthilatdar e. Ji ber vê demokrasî, serbixwe û wekhevî zêde ava nabe, lê di modela ku em armanc dikin de cihê nijadperestî û zayendperestiyê nîne. Li ser hîmê demokrasî û wekheviya navbera tevahiya civak, wê esas sîstema hevserokiyê bê meşandin."

Ji bo nûnertiya her kesî kota

Mihemed di axaftinên xwe de destnîşankir ku ji ber Suryanî ji aliyê hejmarê ve kêmin û ger di hilbijartina de bisernekevin jî wê bi sîstema kotayê cihê xwe di nava rêveberiyê de bigirin, ev yek tenê yek ji pêşniyarên ku ewê ji bo qanûna hilbijartinê ji meclîsa biryargirtinê ya demî re pêşniyar bikin û gotinên xwe wiha domand: "Ji bo hemû niştecihên herêmê karibin bi awayekî demokratîk tevlî rêveberiyê bibin û bên temsîlkirin, emê di hilbijartinan de sîstema kotayê jî bikar bînin.

Hevpeymaniya civakî

Mihemed destnîşan kir ku ya herî girîng xebatên hevpeymana civakî ye; ji ber ku tevahî niştecihên herêmê divê bi awayekî demokratîk û wekhev bikaribin temsîla xwe di nava rêveberiyê de bigire. Mihemet anî ziman ku ji bo vê pêwîste çand, dîrok û ziman baş bê naskirin û li ser van hîmana li hevkirinêk jî bê çêkirin û got:" Em naxwazin tu ezmûnên cuda ji xwe re esas bigirin. Ji ber ku her erdnîgariyek û nîştecîhên wê xwedî taybetmediyên cuda ne. "

 ANHA/QAMIŞLO