TEV-DEMʹê beriya lidarxistina hilbijartinan şahî û civînan ji welatiyan re li dar dixe. Di civînan de girîngiya hilbijartinan ji welatiyan re tê gotin.
Beriya ku hilbijartinên fedraliyê ku dê di 22ʹê Îlonê de bi hilbijartinên hevserokên komînan des pê bike, TEV-DEMʹê li katnona Kobanê dest bi lidarxistina civîn û şahiyan kir. Di vê çarçoveyê de li taxa Şehîd Ebdo û Taxa Botan 2 şahiyên cûda hatin lidarxistin. Bi dehan welatî beşdarî şahiyan bûn. Hêzên Asayîşê û HPC jî parastina herdû şahiyan kir.
Li taxa Şehîd Ebdo pankartek bi nivîsa ʺBijî Federaliya Bakurê Sûriyê, bi hev re em di welatekî azad de bijînʺ hat daliqandin. Bi dehan ciwan kom bûn û govend gerandin. Paşê navê 27 namzetên 6 komînan hat xwendin. Bernamzetan jî xwe bi welatiyan dan nasîn.
Di şahiyê de Endama Komîteya Hilbijartinan a Kobanê Felek Yûsif got, şahiya Kobaniyan di encama berxwedana hezaran şehîdên ji herêmê pêk hatiye. Hin namzet jî axavîn û soz dan ku ew ê erka xwe baş pêk bînin û sîstema di nava komînê de li ser esasê exlaqî bi cih bînin.
Du civîn li du taxan
Li taxên Şehîd Yihya û taxa Şehîd Serhed jî TEV-DEMʹê 2 civînên cuda li dar xistin. Di civînan de hilbijartin û pêkanîna wê hate pênasekirin, her wiha gavên di demên pêş de ji beşdaran re hatin şîrovekirin.
Civîneke li Mizgefta Şêx Sehin a taxa Şehîd Yihya ya li rojavayê Kobanê hat lidarxistin. Hevseroka TEV-DEMʹê ya Kantona Kobanê Eyşê Efendî, Endamê Rêveber ê TEV-DEMʹê Malik Mîtan jî di nav de bi dehan welatî beşdarî civînê bûn. Eyşê Efendî li vir bal kişand ser xebatên hilbijartinan û got, hilbijartin wê di xizmeta welatiyên herêmê de be. Di dewama civînê de Endamê Rêveber ê TEV-DEMʹê Malik Mîtan got, armanca hilbijartinan ew e ku ji cîhanê re were îsbatkirin ku gelê herêmê dikare rêveberiya xwe bike û parastina sîstema xwe ya rêveberiyê bike.
Çav li rê ye ku civîn û şahî li taxên din jî werin lidarxistin.
KOBANÊ