Yeko ARDIL
Dîktator di encama şerekî giran, bi qasê giraniya xwe hovane, bi qasî hovîtiyê jî neheq û dijmirovî de biryara hilbijartineke nû dida. Di esasê xwe de dîktator bi qasî serê derziyê jî ji hilbijartinê hez nedikir û nedixwest navê wê jî bîne bîra xwe. Ji bo wî hilbijartin bi tenê erêkirina navê wî û remza partiya wî ya xwînmij a mohra xwe li 16 salên dawiyê yên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û rojhelata Navîn dabû. Wê demê ev pirsyarin di serê mirovan de hatin himatê; gelo dîktatorê serdemê çima û ji ber çi egerê yan jî sedeman ew biryara hilbijartinê girt. Lewre hîna dikaribû bi qasî du salan jî li ser textê zulmê rûne û ew jî di mercên li Tirkiyeyê de ku nîvî zêde ji mirovan mirovbûna xwe wenda kirine û bi gotineke wî dikarin xwe bavêjin nav her cûre kirêtiyê. Di welatekî wisa de dîktatorî belkî karekî herî hêsan û rakêşer be, wî jî karê xwe bê yî ku ti kêmasî tê de bihêle pêk dinanî û navê xwe di nav rêzên dîktatoran de, di cihê herî bêrûmet de dinivîsand.
Lê mercên têdeyî û şerê hovane yê li ser welatê Kurdan, bi taybetî jî yê li hemberî jin û zarokên Efrînê dîktator kir nav çiravê de, hemû derfetên wî lê teng bûn û bi taybetî jî ji aliyê aborî ve mercên dijwar li wî peyda bûn. Di wan mercên neçê yên hundir û derve de ji bilî hilbijartineke nû, riyên din nema dikarîbûn bi demdirêjî xizmeta pergala stemkar bikin.
Li gel gur an jî kûçikê boz yê fermanberê xwe jî şêwirî û biryara hilbijartinê bi devê wî ragihand. Li vir xala herî balkêş jî ev bû dixwestin Kurdan di xafil de, bê amadekarî û bê dsthelat bigirin, zeft bikin. Mane Kurdan di bin bombeyên dijwar de, li dijî çek û derfetên herî rûxîner bi salan li ber xwe dabû, mecal û taqeta wan a fikirîna li ser hilbijartinan jî nemabû. Dem dema wê bû, divabû bê yî ku xwe bidin hev dîktator wek zinarek li ser serê wan de hatiba xwarê.
Heta vê derê her tişt jî nebe, lê piraniya daxwazan li gorî dilê dîktatorî dimeşiya. Têra xwe gund û bajar wêran kiribû, têra dilê xwe zarok û jin, kal û pîran kuştibû. Rewş û merc li gorî wî seranser kemilibû. Vêca dema êrîşê bû, êrîş jî bi rêbaza hilbijartinan wê bihata kirin.
Lê rastiya jiyanê her gav û her dem li gorî daxwaza dil bi rê ve naçe. Hind caran mirovên di hind mijaran de xwe herî çeknas jî dibînin, dikarin bikevina şaşiyan, ya wî jî wisa bû. Wî hesabên gelek kûr û berfireh kiribûn, lê hesaba dîroka çil salên tije têkoşîn, berxwedan, şer û serkeftinê ya Kurdan nekiribû an jî derfeta wê hesabê jî jê re nemabû ku bi dest û lepan ve çû nav heriyê.
Li hemberê wî eniyeke di nav şoreşê de pijayî ya wek pola amade bû. Partiyeke ku li ser gorên herî kêm deh partiyên gorşkirî bilind dibû û xwe gihandibû lûtkeyeke serkeftî di nav xebatê de bû. Di pêşengiya wê partiyê de jî bi navê Selahattîn pêşengekî gihiştî, zana û dilêr hebû.
Navê xwe ji Seleheddînê Kurdî an jî Eyûbî digirt. Li hemberê dijminên xwe jî bi bişirîn û heta dawiyê ji xwe bawer bû. Heta niha ceng an jî hilbijartinên katibûyê de tim bi pêşketin ji wan derketibû. Ew jî bûbû sedemê dîlkirina wî, di destê kirêt ê dîktatorî de wek rehîne dihat girtin, dihat girtin lê dîsa jî serî neditewand. Li hundir jî li stranên xwe yên azadiyê, li nivîsandina çîrokan, li afirandina destanan dewam dikir. Di nav çar dîwarên bêbext de jî ramanên wî belav dibûn û digihiştin her der û deverê.
Dîktator û destûpiyên wî şaşwaz diman, nema dikarîn tiştek jî li kiryarên xwe zêde bikin. Wan çiqas zulim dikir, ew jî ewqas zexmtir û zêde dibûn. Hemû daf û dolabên wan vala derdiketin, pûç dibûn. Selahattîn şagirtekî Rêber Abdullah Ocalan bû. Niha di hundir de, ew jî wek rêberê xwe girtî ye. Lewre bang li jin, mêr, genc û pîran dikir: ’Werin xwedî li rûmeta xwe derkevin’ Niha destên me girêdayî ne, em êsîrên doza xwe ne, hûn bibin deng û rengê me û dayika dilşewat a ev bang bihîstî destê xwe rakiribû û dikir qîrîn: Xwedayê mezin tu li hev bînî, em roja 25 ê Hezîranê ji xew rabin û bibînin ku Selahattîn bûye serokkomar!..