Ji bo hilbijartinên 7ê Hezîranê Kurdên li Ewropa, demeke dirêj e li ser piyan e. 

Yek ji baskên li Ewropa gelên li Midyadê ne. Kurd, Suryanî,  Ereb û Kurdên Êzîdî, mina her demê, di hilbijartinên 7ê Hezîranê de jî di nava tevgerek ciddî de ne. Di 17ê Gulanê de Komela Çand û Piştgiriya Gelên Midyadê bi awayekî  fermî tê îlan kirin. Demek dirêj e, ku karûxebatên rêxistinî, di rengên cûda de tên meşandin. 

Bi avakirina Komela Midyadê, ji bo yekîtiya gelên li herêmê gavek cîddî  tê avêtin. Bêguman berê jî karûxebat hebûn, lê dilsozî û canfedatiya kesayetî bû. 

Gotin têra guhertinan nake. Eger gotin  bikevê pratîkê, dikare dîrokê biguhere û bibe bingeha guhertinên sosyolojîk. Dema gotin bû nivîs û kete pratîkê, dîroka total-kûmulatîf dest pê dike. 

Vê care Naif Dogan û hevalên wî li Hamburgê gavek ciddî avêtin. Di 17ê Gulanê de şeva Midyadi’yan heye. Ne tenê Midyadî, kesên ji herêmê jî wê beşdar bibin.

Midyad, ne tenê navçeyek e, laboratuarek û mozaîkek e. Ne tenê bûyerên waqanivîs û feodalîteya bi destê dagirkeran hatiye xwedî kirin e. Dîrokek total e. Tenê  di çarçoveya dîroka kronolojîk-şecerê de nayê nirxandin. 

Dîroka Midyadê,  ji dîroka şecerê-kronolojîk gelekî wêdetir e. Ji xaniyên bi endezyariya “barok” bigirin, heta bi “çomlekvanî-cêrkarî, telkarî, hesinkarî, safari, cumikî, libûdî, şewrexî û hwd” xwedî dîrokek total e. 

Ji çar aliyên cîhanê rêbûwariyên ji bo bazirganiyê, bûye navendek.  Ji êrîşkerên hêzên dagirker re; ji Çêlika Eliyê Remo, heta bi Bajarê gulên Spî Nisêbînê,  meydana cengê ye û  Midyad navend e. 

Lewra Midyad tenê bi avakirina Huriyan û dagirkeriya Bizansî, Mogol û Fersan de nayê ziman. 

Lê bûyerên ku di laboratuwara Midyadê de hene û bûne sedema teqînên volkanî. 

Guhertina civakî, yekemîn car bi dagirkeriya Nebûqednedsar dest pê dike. Piştî dagirkirina Qutsê, Nebûqednedsar Cihu mişextî Helexê û Xaburê kirin. Ligel vê, guhertin digihe Cyrus-Sîrus û Suryaniyan. 

Guhertineke giring jî, serdana Mecusiyên Kurd ya Cenabê Îsa ye. Piştî dîtina Îsa, Mecusiyan li Hexê dêra yekemîn “Dêr Seydê” avakirin. (Incil, 1) Piştî pengava şoreşgerî ku bi Îsa û Şagirtên wî dest pê kir, li herêmê ayingehên Zerdeştiyan (Êzdahi), kirin dêr. Guhertinek din jî bi Pexêmber Manî  dest pê dike. Pêxember Manî ji Mêrdînê ye û 6 pirtûkên bi zimanê Kurdî nivîsî ne. Bandora ola Manî, ku wek “dualizm”ê tê naskirin; li Afganîstan û Hindistanê, heta bi Çînê û heta Roma, navenda Ewropa belav dibe. 

Şerê navbera Bîzansî û Fersan, şerê Xaçparêzî jî bandorek mezin li guhertinên civakî kirine. Lê bandore herî mezin, ku îro jî bandora wê berdewam dike,  SEYFO ye. Seyfo-Ferman berhemê zihniyeta Ittihadî û “yekparêzî”ye. Vê zihniyetê, ji aliyekî ve tunekirinek fizîkî pêk anî, ji aliyê din ve tov û bizrê birakujiyê, di ax, hewa, av; di mêjî, kultur, ferheng  û bedena mirovan de çand. 

Haraketa Azadiya Kurd, piştî şerê 40 salî û berdêlên giranbiha ev tov û bizrê rûreşî û bebextiya faşîzan tune kir. 

Civîna Gelên Midyadê li Hamburgê jî encama vê têkoşîna şoreşgerî ye. Lewra min di destpêkê de got, “gotin ne bes e, nivîs û pratîk şertê nebê nabê ye.” 

Di laboratuvara Midyadê de, gelên herêmê teva bi baweriya li projeya demokrasî ya Ocalan derketine rê û ewê di 7ê Hezîranê de, encama wê jî ji raya giştî re deklere bikin.  Ev serketin wê darbeyek mezin li hêza hegemonik û “dezgehtariya lincê” bide.