Di serî da ev hilbijardin ji bo Tirkiyeyê di demekê da pêk hat ku AKP di nava hem nakokiyên xwe da û hem bi şerê desilatdarî bi cemaatê re dihejiya. Lê dengderên beşa Rojavayê Tirkiyeyê dengê xwe dan aramî û ji nakokyên welêt bixe nava pêvajoyeke şer û pevçûnên germ re gotin ‘Na’ û ne raste rast bê jî dengdanê ji bo pêvajoya aştî bû ji ber yê li ser maseya muzakere wê rûnên serêkî wî AKP dibe. Lê ev dengan ne bi wataye guhartina civakiye ji ber ku AKP partiyeke muhafezekare. Ji bilî paşketin û di bin navê pêşketina aborî da tekanekirina hêza xwe tiştek din nake. Me jibîr nekiriye ku AKP destê xwe davêjê cihê razanê ya mirovan û ji malbata re hejmarê zarokan diyar dike.
Ez werim ser guhartina bingehîn ên hilbijêrên Kurdistanê.
Gelê Kurd jî peyama xwe zelal da her kesî di serî da yên li Kurdistanê alîgiriya siyaseta AKP dikirin. BDP dengê xwe zêde kiriye, bajarên bi destxistî zêde kirin. Di serî da gelê Kurd li Amedê jinek hilbijart. Hilbijartina Gulten Kişanak jî gaveke û ev dîrok bi xwe ye. Ev encama têkoşîna bi dehan salan a gelê Kurd û jinên Kurd e. Dersîm ji celadên xwe re got ‘na’ û dengê xwe da Seyîd Riza û Sakine Cansiz. Mêrdîn vegeriya Hemêza xwediyên xwe û ya herî girng gelê Kurd Bedlîs bidest xist, ev gav ji rihê gelê Kurd û pêşwaziya wê ji bo pêngava dîrokî ya tevgera azadiyê nîşan dide. Li dilê Serhedê li Wanê , li Îdîrê û Agiriyê teqîna dengan hebû. Li van bajaran û hin navçe û bajarokên bi ser Qers û Erzrûm bi serê xwe serkeftineke û îşareta rast û dirustiya siyasta tevgera azadiya gelê Kurd û nîşana himbêzkirinê ye ji alî gelê Kurd û raste rast jî erê modêla çareseriya pirgirêkên siyasî û civahî û siyastea xizmetê ya BDP ye. AKP li Kûrdistanê dengê xwe winda kiriye û li hen li hen bajarên mijara gotinê AKP ser berjêre û ji alî Kurdan ve naye qebul kirin. Ev destpêka guhartinên civakî, aborî, siyasî ya dîrokiye. Vekirina deriyeke nû li ser pêşketinên bê vegere. Yek ji van pêşketin jî modêla hevserokêyetî ya şaredariyan e ku hem pêşketinên nû di têkoşîna azadî û hem nakokiyên nû bi xwe re bînê. Nakokiyên ku dikarê bibe dînamîzma guhartinê ne paşde kişandinê.
BDP li seranserê Bakurê Kurdistanê dengê xwe zêde kirye, bi taybet li Riha tevî ku bi dest nexistiye lê zedekirina 3 qatan a dengên BDP destpêke asoyên nû ye. Ji xwe baweriya gel û deng dayîna BDP ne tenê ji bo xizmetên rojaneyî ne lê ji bo projeya Xweriya Demokratî û bihêzkirina rêvebiriye herêmê ye ku di serî da temsîla nasnamye di nava dewletê da ku unîterbûna wî bi tevahî ji alî gelê Kurd hatiye hejandin û statuya wê ya siyasî û civakî bi guhartiye û wê hîn jî werê guhertin. Ev destpêkeke tam a nû ye û wê hîn jî werê guhertin, pêşiya me hilbijartinên perlemanê û serok komariyê hene.
Êdî Kurd hêzin li ser sehneya siyasî û roteya dîrokê înkarê guhertin û wê hîn jî werin guhertin. Nexşeya siyas wê êdî ne uniter be ev serkeftina têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Ji bo gelê Kurd rêveberiya herêmî îrade, hêz, guhertin û nasnamyê. Ev serkeftina gelê Kurd wê pêşiya pêvajoya aştî zêdetir veke û destê Birêz Ocalan xurtir bike. Ev serkeftin pîroz be li gelî Kurd û me hemûyan.
Hilbijartin û nexşeya siyasî
Hilbijartinên herêmî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk hatin. Di vê hilbijartinê de hilbijêran ango gel peyamê xwe bi zelalî da. Ev hilbijartin ji bo hêza desilatdar a Anqerê çi AKP û çi jî dewlet û herwiha ji bo Gelê Kurd destpêka guhartina nexşeya siyasî ya welête.