Piştî ku biryar hate dayin dengên hilbijartina 12’ê Gulanê ya parlamena Iraqê jinûve bên jimartin, pêr depoya sindoqên dengdanê şewitî.
Iraqî roja 12’ê Gulanê ji bo hilbijartina parlamenteran çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Ya ku di hilbijartinê de bi ser ket, lîsteya koalîsyona lîderê Şîî Muqteda Sadr a bi komunîstan re bû.
Ji ber ku gelek gilî û gazin ji bo dengdanê hebûn, biryar hate dayin ku 10 milyon deng ji nû ve bên jimartin. Her wiha hilbijartina li hin herêman jî hate betalkirin.
Sindoq li saloneke din bûn!
Hikûmetê amadekarî dikir ku dengan ji nû ve bijimêre. Lê belê, li depoyeke ku deng lê bûn, şewat derket. Li depoyê dengên Bexdayê hebûn ku hilbijêrên herî zêde li vê herêmê ne. Hate ragihandin ku şewatê bandor li pisûlayên dengan nekiriye. Li gorî rayedaran, sindoq li saloneke din bûn.
Serokwezîr Haydar El Ebadî êvara Yekşemê daxuyaniyek da û şewat weke ‘komployeke ji bo tinekirina netewe û demokrasiyê’ bi nav kir.
Tenê materyalên hilbijartinê şewitîne!
Berdevkê komîsyona hilbijartinê ya El Rusafa Îmed Camîl ji AFP’ê re axivî û got, “Salona ku makîneyên dengdanê û alavên pêwîst ên ji bo pêvajoya hilbijartinê lê bûn şewat derket.” Heman rayedarî diyar kir, sindoqên dengdanê li saloneke din bûn û tehlûke li ser jinûve jimartina dengan nîne.
Berdevkê Wezareta Karên Hundir General Saad Maan jî ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku tenê materyalên hilbijartinê şewitîne.
Sadr: Iraq birîndar e
Serketiyê hilbijartinê Muqteda Sadr jî piştî şewatê daxuyaniyek da û li ser şerê navxweyî hişyar kir. Sadr got, “Iraq birîndar e, welatek e ku pirsgirêkên xwe zêde ne. Her tişt bi serê Iraqê ve hat. Dem hatiye ku em li ber dagirkeriyê, li ber terorê rabin. Divê em kêmasiyên li hundir ji holê rakin. Û Iraqê bi hev re ji nû ve ava bikin.”
Selîm Ciburî: Şewitandina depoya sindoqan plankirî bû
Serokê Parlamena Iraqê Selîm Ciburî diyar kir ku şewitandina depoya sindoqên dengan karekî qestî û plankirî bû û got, divê hilbijartin were dubarekirin.
Herêma herî mezin a hilbijartinê ye
Şewat li depoya El Rusafa ya li herêma hilbijartinê ya rojhilatê Bexdayê derket. Ev der herêma herî mezin a hilbijartinê ye. 60 ji sedî yê 2 milyon hilbijêrên li paytext Bexdayê li El Rusafayê dengên xwe dan.
BEXDA