Siyasetzan û çalakger Dr. Thomas Schmidinger siyaseta Awusturyayê ji nêz ve dişopîne. Ji ber wê jî piştî hilbijartinan me berê xwe dawî û jê xwest, rewşa Partiya Keskan weke yekê ji serketiyên hilbijartinê, rewşa siyaseta çepgir a Awusturyayê û îhtîmalên li ber Kurz binirxîne. Bersiva Schmidinger nîşan da ku encamên hilbijartina dawî ya federal a Awusturyayê gelek îhtîmal danîne ber aktorên siyasî yên vî welatî û siyaseta çepgir bi stratejiya xwe ya heyî, wê ti tiştî nikaribe li xwe zêde bike:
Zexta koalîsyoneke bi serketiyê duyem re heye
Partiya Keskan bi xurtî bi ser ket di hilbijartinên li Awusturyayê de. Belkî jî zêde xurt bû. Niha derfet heye ku bi duyemîn serketiyê hilbijartinê re koalîsyonekê bike, û ne bi serokwezîrê berê Kurz re koalîsyonê bike. Zexta raya giştî ya xurt li ser Partiya Keskan heye ku wisa bike. Wekî din di nava Keskan bi xwe de zexteke dijwar heye, nexasim ji eyaletên rojavayê Awusturyayê heye ku koalîsyoneke bi vî rengî biceribînin. Lê ev gelekî zehmet e; ji ber ku di pirsên navendî yên weke siyaseta penaberiyê, aborî û hawîrdorê de partî ji hev gelekî dûr in. Gelekî zehmet e ku mirov texeyul bike ku li ser koalîsyonê partî li hev bikin, bêyî ku yek ji partiyan dev ji xwe berde, yanî ji ya xwe bê xwarê.
Yanî ji bo wan endamên partiyê yên ku pişta koalîsyoneke bi vî rengî nagirin, ew tehlûke heye, heger koalîsyoneke bi vî rengî bikin, dibe ku aliyê din wan bi kar bîne. Esas ew nikare bi temamî xwe li muzakereyên koalîsyonê bigire, lê pirs niha ew e, ka çend helwêstên sereke divê dayne aliyekî da ku karibin di hikûmetê de cih bigirin. Heger ew di gelek mijarên sereke de ji helwêsta xwe bigerin, dibe ku partî dîsa parçe bibe.
Li ber Sebastian Kurz 3 rê hene
Hikûmeta bi vî rengî wê hêsan nebe. Lê koalîsyonên berê ji bo Kurz jî wê ne hêsan bin. Herçî koalîsyoneke muhtemel a bi SPO re ye, niha rewş ne mumkin dike vê; piştî ku SPO bû binketiya hilbijartinan, ew ê bi serketiya hilbijartinan re koalîsyonê neke. Di dawiyê de ji bo wî belkî jî dîsa koalîsyoneke bi FPO çêbe. Kurz dikare piştî muzakereyên bi mehan ji raya giştî re bibêje, wî bi partiyên din re hewl da, lê çênebû û ji bo koalîsyonê tenê FPO dimîne. Rêya li ber Kurz a sisiyan hikûmeteke hindikahî ye, lê ji bo vê jî divê bi partiyên din re heta bi radeyekê li ser hin mijaran li hev bike.
Bi stratejiya heyî çepgir wê tiştekî bi ser nexin
Ji bo namzetên çepgiran, yanî li çepê SPO û Partiya Keskan, mirov dikare bibêje, di van hilbijartinan de bi temamî bi bin ketin. Du namzetên federal ên KPO û hevgirtineke federal li dora KPO hebûn KPO û Lîsteyên Alternatîf. Li aliyê din jî Lîsteya Guherînê hebû ku qismî ji kevne endamên Sosyal Demokratan bûn, ku heta niha neketibûn nava siyasetê. Herduyan jî nekarî xwe nêzî 1´ê ji sedî yê dengan jî bike. Herdu jî gelekî jê dûr in ku karibin bikevin parlamenê. Yanî li bereya çepgir ti tişta nû çênebû ku wendahiya SPO telafî bike. Sedem li aliyekî nakokiyên di nava çepgiriya Awusturayayê de ne, li aliyê din jî ti kesa ku balkêş be di nava namzetên wê de tinebûn. Keseke wisa lazim bû ji bo ku boykota çapemeniyê ya li dijî partiyên çepgir ên piçûk karibe bişikîne. Axir bi stratejiya heyî, bi qasî ku xuya dike, wê tiştek li çepgiriya Awusturyayê zêde nebe.
VIYANA