Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 29’ê Adara 2019’an hilbijartinên herêmî hene. Di van hilbijartinan de wê şaredar, meclîsên şaredariyan û muxtar werin hilbijartin. Li gorî zagonên Tirkiye û rewşa heyî ya hikûmeta faşîst, înîsîyatîfek berbiçav a rêveberiyên herêmî nîne. Ji xwe li bajarên Kurdistanê şaredariyên endamê DBP ji wezîfe hatine girtin, gelek ji wan niha di zindanan de ne. 96 şaredarî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Ji ber vê sedemê, hilbijartinên herêmî, ne ji bo rêveberiya li gorî şert û mercên heyî, lê ji bo bersivdayina vê siyasetê û avakirina sîstemek alternatîf firsendek e.
Serokkomarê Tirk Erdogan ev demeke kampanyaya hilbijartinê daye destpêkirin. Ev kampanya weke yên berê li ser dijminatiya Kurdan e. Rêveberiya Erdogan ji bo qirkirina Kurdan li ser kar e û têkçûyina wan a li hemberî Kurdan windakirina desthilatdariyê ye. Windakirina desthilatdariyê jî windakirina her tiştî ye! Ji ber vê yekê wê giranî bidin van hilbijartinan.
Erdogan gotinên xwe îşaret da ku piştî hilbijartinan ewê dîsa qeyyum tayin bikin û namzedên Kurd ên hatine hilbijartin ji wezîfê bigrin. Ev gotin; helwesta dewleta Tirk a din bin rêveberiya Erdogan de nîşan dide. Dibêje; Em îradeya we nas nakin.
Piştî van daxuyaniyan nîqaşek bo hilbijartinan dest pê kir. Hin kes dibêjin em deng bidin jî encam naguhere. Ji xwe Erdogan jî tam dixwaze wisa bike. Eger were bîra we beriya 10 rojan got, ‘li bajarên ku me qeyyum tayin kirine dengên me zêde nabin.’ Yanê got; em çi dikin jî dîsa Kurd deng nadin me. Ew niha dixwaze di hilbijartinan de li bajarên Kurdistanê dengê xwe zêde bike û paşê ji Kurdan û dinyayê re bêje; ‘Binêrin me şaredarî ji wan girt, me ew avêtin zindanan û li ser de me dengên xwe zêdekirin.’ Zêdekirina dengan wê weke serkeftina siyaseta xwe bibîne û wisa nîşan bide. Ji ber vê yekê, ji niha ve li ser encamên hilbijartinan manîpûlasyonan dike. Encam çi dibe bila bibe; tişta ku were kirin ev e; roja hilbijartinê herkes here dengê xwe bi kar bîne û bide nîşandan ku ew li îredeya xwe xwedî derdikeve, teslîm nabe. Erdogan dixwaze bi van daxuyaniyan hilbijarên Kurd neçin ser sindoqan, girîngî nedin hilbijartinan. Eger Kurd werin vê leyistokê wê xeletiyek mezin bikin. Ji ber vê yekê, lazim e xebatên hilbijartinan ji niha ve deh qatî zêdetir ji AKP-MHP’ê werin kirin. Roja hilbijartinan peyama xwe bidin dinyayê û paşê jî eger dîsa qeyyum hatin tayin kirin rêveberiyên nû sîstema xwe ya alternatîf bidin meşandin. Ji xwe xebata li gorî form û zagonên dewletê têra civakê nake. Ji ber vê yekê rêveberiyên herêmî dikarin ji niha ve projeyên xwe bi awayekî de facto bikin meriyetê û piştî hilbijartinan bidomînin.
Erdogan bi vê siyasetê dixwaze bandor li ser Kurdan çêke. Her wiha bi dijmintiya li hemberî Kurdan peyam dide netewperestên Tirk. Hemû kom û kesên faşîst li dora xwe kom dike. Bûye navenda faşîzmê. Gefên li hemberî Rojava jî bi vê armancê ne. Eger firsend bibînin li hemberî Rojava wê hemû hovîtiyê bikin. Ji bo dorpêçkirina Rojava niha dixwazin siyaseta xwe ya derve ji nû ve dîzayn bikin. Têkiliyên bi Emerîka û Rusyayê re li ser vê mijarê dimeşin. Beriya hilbijartinan jî êrişek li hemberî Rojava ji bo wan gelek girîng e. Ji ber vê sedemê pêwiste Kurd ji her tiştî re amade bin. Ji ber ku konsepta wan têk diçin, li hemberî Kurdan bi sernakevin har bûne û her ku tengav dibin êrişî Kurdan dikin. Dewleta Tirk çiqas qels dibe ewqas êriş dike. Ji ber vê sedemê êrişên wan ne hêza wan qelsiya wan nîşan dide. Lê pêwiste ku ev êriş bi sernekevin bo carek din hêza xwe kom nekin. Ji bo vê yekê jî tedbîr û xebat lazim in.
Divê were zanîn ku serkeftinên li bakur wê destkeftiyên Rojava jî biparêzin. Berxwedana li Rojava wê li Bakur rêya serkeftinê veke, hêz bide. Ji ber ku dijminê sereke û xeter ê gelê Kurd û gelên din rêveberiya Enqerê ye. Qelskirina rêveberiya Enqerê qezenckirina hemû gelan û hemû aliyên Kurdistanê ye.