Peşmergeyên bi navê Îmad, Eyup û Goran ên ku peşmergeyên YNK’ê ne û piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin Kobanê diyar kirin ku Kobanê sembola berxwedanê ye û ew ji bo azadiya Kobanê li vir in. Ji peşmergeyan Îmad ê bi cilên neteweyî li kolanên Kobanê derketiye keşfê pirsa “hûn çima li Kobanê ne” hatina hêzên HPG û YJA Starê ya başûrê Kuristanê bi bîr xist û bersiva “em jî ji bo heman armancê li vir in” da.

‘Dê Kobanê azad bibe’

Îmad destnîşan kir ku ji Kerkûkê ye ji bo Kobanê ji çeteyan bê paqijkirin û bê azadkirin li Kobanê ne û ev tişt anî ziman: “Em weke pêşmergeyên başûrê Kurdistanê ji ber hatine vir kêfxweş in. Em ji bo piştgiriyê bidin birayên xwe yên li vir hatin. Em ji bo azadiya Kobanê li vir in. Kerkûk, Silêmanî, Xaneqîn, Sinê, Amed qet ferq nake hemû Kurdistan e. Bi îzna xwedê dê Kobanê bi ser keve û azad bibe.”

Heman şîar

Îmad piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li bajarê Kerkûk, Şengal, Mexmûr, Celawla, Rabîa, Laleş û Dakûkê yên başûrê Kurdistanê hatina hêzên HPG û YJA Starê ya ber bi herêmê bi bîr xist ev tişt anî ziman: “Berî jî birayên me yên gerîla ji bo parastin û azadiya başûrê Kurdistanê hatibûn Başûr. Ji bo piştgiriyê bidin me hatibûn. Em jî bi heman armancê li vir in. Ev hesteke baş e. Hesteke neteweyî ye. Hem hatina me ya li vir hem jî hatina gerîla ya li başûrê Kurdistanê ji bo heman armanc û şaîrê ye. Ew jî ji bo xezmeta gelê kurd û parastina gelê kurd e.”

Kobanê sembola yekîtiyê ye

Îmad bilev kir ku di nava gelê kurd de ruhê yekîtiyê pêş ketiye û wiha got: “Di dîrokê de gelê kurd tu caran heta vê pêvajoyê yekîtiya xwe ava nekiribû û bi ruhê yekîtiyê tevnegeriya bû. Hêviya min ew e ku ev bandorê li partiyan jî bike.” Peşmergeyê bi navê Eyup ê ji Kerkûkê ye jî got ew ji bo azadkirina Kobanê hatine, dîsa peşmengeyê bi navê Goran ê ji Silêmanî hatiyê diyar kir ku Kobanê sembola berxwedanê ye.

DIHA/KOBANÊ