Bi paketa dewleta Tirk a bi navê paketa demokratîkbûnê bi tenê di dibistanên taybet de pêşî li perwerdehiya bi zimanê Kurdî hatibû vekirin. Lê belê li dibistanên dewletê îsal jî perwerdehiya kurdî cihê xwe nagire. Di sererastkirinê de di dibistanên taybet de di asta dibistana seretayî de perwerdehiya ziman nayê dayîn û tenê di asta lîseyê de dê perwerdehiya kurdî li hinek polan wê bê dayîn. Di dibistanên taybet de dîsa dersên tirkî wê esas bên girtin. Piştî hikûmeta dewleta Tirk têkildarî perwerdehiya zimanê dayikê de tu gav neavêtin, Tevgera Parastin û Perwerdehiya Kurdî (TZP Kurdî), Mala Piştgiriya Perwerdehiyê (MAPER) û Egîtîm Senê zend û bendên xwe li kar û xebatê vemalîn. Saziyan di serî de 3 bajar weke herêmên pîlot hilbijartin. Li van hersê bajaran dibistanên kurdî wê bên vekirin.


Li 15 sinifan bi 300 xwendekar

Ji bo dibistanan, navçeya Amedê Rezan, navçeya Colemêrgê Gever û navçeya Şirnexê  Cizîr weke herêmên pîlot hatin hilbijartin. Dibistanên ku wê perwerdehiya kurdî bidin, di 15'ê îlonê de wê dest bi perwerdehiyê bikin. Ji her dibistanê re 100 xwendekar kontenjan hatiye diyarkirin û qeydî jî di 2'yê îlonê de dê bên destpêkirin. Li dibistanan li 5 sinifên ji bo 20 kesan perwerdehî wê bê dayîn, ligel 5 mamosteyên polan, mamosteyên dersên wêne, muzîk û sporê jî wê dersan bidin. Mamoste her çiqasî bi dildarî bixebitin jî di beşên xwe yên perwerdeyê de pispor in.


Pirtûkên dersan hatin amadekirin

Li dibistanan dersên xwend û nivîsandina Kurdî, jiyan û hawirdor, bîrkarî (matematîk), muzîk, wêne û sporê tên dayîn. Pirtûkên ji bo dersan ji aliyê komîsyona TZP Kurdî ve hatin amadekirin û li bendê ne ku di 10'ê îlonê de bên danûsandin. Pirtûkên ji bo dibistanan hatin amadekirin jî li ser esasê cudahî dewlemendî ye tên dîtin, rêgezên demokrasiyê, baldariya ekolojiyê û girîngiya jinê hîn dikin.

Ne dibistana taybet e dibistana gel e

Dibistanên perwerdehiya kurdî di statuya dibistana taybet de nabe û ji ber ku hikûmetê perwerdehiya ziman bi hinek dersan sînordar kir, dibistan dê bi navê dibistanên gel bên nasîn. Rêveberiyên dibistanan dê bi tevlîbûna gel bên birêvebirin û bi derfetên xelkê xwe îdame bikin. Têkildarî dibistanan de di 2'yê îlonê de li ber KCD'ê daxuyanî wê bê dayîn û raya giştî were agahdarkirin.

Dibistanên dewletê tên boykotkirin

Di 2'yê îlonê de bi daxuyaniyeke hevpar, ji ber helwesta hikûmeta dewleta Tirk ya li hemberî perwerdehiya zimanê dayikê, wê banga boykotkirina hefteya pêşî ya destpêka dibistanê ya  sala 2014-2015'an bê kirin. Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Ferzad Kemanger a li taxa Şeyh Şamîlê ya navçeya Amedê Rezanê, ya ku ji wan dibistanan e ku perwerdehiya kurdî lê wê were bicihkirin jî wê heman rojê bê danasîn.



SELMAN ÇÎÇEK/HULYA OKALÎN/DIHA/AMED