
‘Ezezîtî bi pêş ket’
Mamosteyê şanoyê yê Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn ê ku di TJN’ê de jî piştî salên 2000’î lîstikvanî kir Omer Şahîn li ser pêvajoya TJN’ê axivî û got, TJN di dîroka Şanoya Kurd de xwedî cihekî girîng e û bingeha xebatên niha avêtiye. Şahîn, da zanîn ku TJN’ê heta sala 2000’î xebatên giranbuha afirandin û piştî vê salê bi belavbûnê re rûbirû ma û wiha axivî: “hin kes ji komê ji ber hin sedemên polîtîk, takekesî û nîqaşên navxweyî veqetiyan. Her çiqasî me xwest ku em rihê berê careke din bi dest bixin jî xebatên me têrê nekirin. Ji ber ku piştî wan salan êdî ezezîtî pir bi pêş ketibû.” Şahîn, destnîşan kir ku xebatên wan jî bi ber bayê kapîtalîzmê ketine û ligel vê jî nîqaşên navxweyî jî bandorek li ser belavbûna komê kiriye. Şahîn îşaret bi kêmasiya saziyê kir û pêde çû: “her kes li cihekî din dixebitî û dihat nav komê û her kes xwedî fikrên cuda bû. Wê demê jî wan dixwest ku fikrên wan di lîstikan de cih bigirin. Sazî wê demê dikarî hemû fikrên cuda di koordînasyonekê de bianiya ba hevdu, lê ev tişt pêk nehat. Di koordînekirinê de sazî ji aliyê hin aliyan ve qels ma."
Rizgarbûna ji texstên biyanî
Ji mamosteyên şanoyê yên Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn Nazim Hikmet Çalişkan jî li ser kêmasiyên ku niha di Şanoya Kurd de hene û sedemên bipêşneketina Şanoya Kurd axivî û got, hin zemîn hene ku Kurdan hêj bi dest nexistine. Çalişkan da zanîn ku ew hem di warê şanogerî, hem di yê wergera texstên biyanî hem jî di warê eleqeya temaşevanan de pirsgirêk hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “di şerê çil salan de çand û hunerê Kurdan jî kete ber qirkirineke mezin. Ji ber wê ye ku niha hêdî hêdî texst bêwerger tên pêşkêşkirin. Ne ji ber nebûna derfetan, em di van waran de bi pêş nakevin. Ev hinekî kêmasiya me ye. Kesên ku bi vî karî re mijûl dibin hê di asteke nizm de tevdigerin.” Çalişkan got, hê xebatên şanoyê qonaxa amatoriyê bi temamî li pey xwe nehiştine û wiha pêde çû: “pergalek berbiçav nehatiye avakirin, ji ber vê yekê jî belavbûnek çêdibe û domdarî çênabe. Dibe ku niha ji aliyê hejmarê ve em bi pêş ketibin lê ji aliyê çawaniyê ve hê jî asta ku tê xwestin nehatiye bidestxistin.” Çalişkan îşaret bi helwesta temaşevan û çapemeniyê jî kir û got, ji ber ku ew lîstikên şanoyê rexne nakin Şanoya Kurd zêde bi pêş nakeve. Çalişkan behsa grîngiya hebûna xweseriya şanoyêkir ji bo bipêşketina xurt a vî hunerî û got, hinek navendîbûna her tiştî jî li hember bipêşketinê astengek e û wiha peyivî: “li cihê ku em lê dixebitin her kar tê meşandin. Hemû panel, semîner, bibîranîn û resepsiyon li vê derê tên kirin. Ji ber vê jî rehetiyek mezin çênabe. Di heman demê de ev rewş bi xwe re çandeke şanoyê jî naafirîne.”
Şano bi hemû forman bi gewde dibe
Şanogera Şanoya Bajêr a Bajarê Mezin ya Amedê Gulê Ozalp Ulusoy jî got, karên niha zêdetir bi profesyonelî dimeşin û bi pergal in û wiha axivî: “êdî hêdî hêdî Şanoya Kurd ji wergerê rizgar dibe û ev 3 sal in pêşbirkên tekstên nivîsên şanoyê tên çêkirin. Ji girtîgeh û deverên din jî gelek nivîsên bi Kurdî tên ber destê me.” Ulusoy îşaret bi asta Şanoya Kurd a heyî kir û got formên ku li dinyayê tên bikaranîn jî di Şanoya Kurd de tên ceribandin. Ulusoy wiha dawî li axaftina xwe anî: “formên ku li Tirkiyeyê nayên bikaranîn jî di Şanoya Kurd de tên bikaranîn. Ev jî asta Şanoya Kurd bilindtir dike.”
AMED